Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila windakirî werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1127’emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û gelek parêzvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Davût Altûnkaya yê 12 salî, Seyhan Dogan ê 13 salî, Nedîm Aykon ê 16 salî, Mehmet Emîn Aslan ê 19 salî, Abdûrrahman Olcay ê 20 salî, Abdûrrahman Çoşkûn ê 21 salî û Suleyman Seyhan ê 57 salî ku li Kerboranê hatibûn binçavkirin û qetilkirin, pirsîn.
Aqûbeta 7 kesên li Kerboranê hatine qetilkirin, hate pirsîn
Dayikên Şemiyê aqûbeta 7 kesên ku sala 1995’an ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, pirsî. Ji kesên hatine qetilkirin 3 kes zarok in.
Nirxandinek Bike
Nirxandinek Bike

