Aydin Kudat ê ku di sala 1992’yan de li navçeya Bismilê ya Amedê hat girtin û cezayê muebbetê lê hatbirîn, piştî 34 salan hat tehliyekirin.
Kudat ê ku ferzkirina “poşmaniyê” ya Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgehê qebûl nekir tehliyeya wî 6 caran hat astengkirin, ji Girtîgeha Tîpa T a Karabukê hat berdan.
Kudat li Balafirgeha Amedê ji aliyê malbata xwe û endamên Şaxa Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ya Amedê ve bi awayekî girseyî hat pêşwazîkirin.
Piştî pêşwazîkirinê, Kudat bi malbata xwe re çû Bismilê.

