Dema dawî li Tirkiyeyê bûyerên ji ber biçekbûna şexsî û bikaranîna çekan zêde bûne. Li gorî daneyên Weqfa Hêviyê li Tirkiyeyê ji sedî 70 ê bûyerên tundiyê û kuştinê yên nava salê bi çekê hatin kirin. Tê gotin, ji sedî 80 heta 90’î yê çekên ku di êrişê û kuştinê de hatin bikaranîn bêdestûr in.
Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir di operasyonên sala 2025’an de 50 hezar 216 debance, 35 hezar 724 tivinga nêçirê, 22 hezar 669 debancaya bi fîşekên nerastî û hezar 492 çekên giran bi giştî 110 hezar 104 çekên bêdestûr hatin bidestxistin. Hate ragihandin ku di sê mehên destpêkê yên sala 2026’an de jî 25 hezar 580 çekên bêdestûr hatin desteserkirin.
Parlamenterê Bedlîsê yê ji DEM Partiyê Huseyîn Olan mijar ji ajansa me re nirxand û diyar kir ku biçekbûna şexsî ji tercîheke şexsî wêdetir ji ber krîzeke sîstemî ye.
Huseyîn Olan anî ziman ku polîtîkayên ewlekarîperest ên dewletê biçekbûnê teşwîq dike û got, “Li holê pirsgirêkeke ‘şexsî’ nîne. Tişta ku jê re biçekbûna şexsî tê gotin, encamek ji krîza sîstemî ye. Civak ji ber xwe ve berê xwe nade çekê. Sîstema ku çekê weke çareseriyê pêşkêş dike, biçekbûnê teşwîq dike û rahiştina çekê bi xelat dike, rewş aniye vê nuqteyê.
Hîmê destpêkê Yê vê pergalê feraseta dewletê ya ewlekarîperest e. Li vî welatî çavkaniya esasî ya bêbaweriyê polîtîkayên ewlekarîperest bi xwe ye. Ji meseleya Kurd hetea bi greva karkeran, ji îtiraza jinan heta bi dengê xwendekaran her pirsgirêka civakî veguherandin meseleya ewlekariyê û bi çekê, polîsan û qedexeyê bersiv ji hemûyan re hate dayin.
Belgeya herî şênbe a vê yekê jî budçe ye. Di budçeya 2027’an de ku niha em li Meclîsê dinirxînin ji bo parastin û ewlekariyê 3 trilyon 454 milyar lîre tê veqetandin. Budçeya ji bo kirîna çek û cebilxaeyê ji sedî 229 hate zêdekirin. Li hemberî vê yekê ji bo hemû bernameyên ji malbatên xizan, astengdar, extiyar û xwendekaran re tê veqetandin jî tenê 1 trilyon 341 milyar lîre ye. Yanî li vî welatî budçeya ku ji ewlekariyê re tê veqetandin ji ya ji bo xizanan bi du qat û nîvî zêdetir e.”
Huseyîn Olan ragihand ku yek ji sedemên ku berê civakê dide çekê bêcezahiştin e, bêedaletî ye û got, “Mirov ji ber ku ji dadgeriyê bawer nakin hewl didin bi xwe rahêjin çekê. Mafya, çete bi efûyê têne berdan, lê belê rojnamevan, siyasetmedar û şaredarên hatine hilbijartin li girtîgehê têne ragirtin. Ev jî vê peyamê dide civakê: Li vî welatî hêz di hiqûqê de nîne, hêz di çekê de ye.
Li gorî Weqfa Hêviyê tenê sal 2025’an di 3 hezar 422 bûyerên tundiyê de 2 hezar 225 kes mirin. Ji sala 2014’an û vir ve di van bûyeran de zêdeyî 26 hezar mirov mirin. Ev yek bîlançoyeke şer e; lê belê aliyê vî şerî civak bi xwe ye.”
Parlamenterê DEM Partiyê diyar kir ku li Tirkiyeyê zêdeyî 30 milyon çekên neqeyidkirî hene û got, “Ji her 10 çekan 9 jê neqeyidkirî ne. Bazareke ewqasî mezin a çekên neqeyidkirî, bêyî pergaleke aboriyê û parastinê nikare dewam bike. Navê wê aboriyê jî çete û mafya ye.
Îro li Tirkiyeyê çete li her taxê, li her bajarî xwe bi rêxistin kiriye. Torên çek, narkotî û tefekariyê bi hev ve hatine girêdan. Ne ku em vê dibêjin, hejmarên Wezareta Karên Hundir vê dibêje. Wezaretê diyar kir ku 11 mehên destpêkê yên 2025’an 624 rêxistinên sûcê hatin têkbirin. Tenê di pênc mehên destpêkê yên 2026’an de li hemberî 382 çeteyan 952 operasyon hatin kirin. Wezaretê 2026 weke ‘Sala têkoşîna lid ijî narkotîkê û sûcê organîzeyî’ ragihand. Her sal bi sedan çete têne ‘têkbirin’, lê belê hejmara çeteyan kêm nabe, lê zêde dibe. Ji ber ku pirsgirêk bi operasyonan çareser nabeİ pirsgirêk ew sîstem e ku çeteyan hildiberîne.
Di nava vê sîstemê de têkiliya dewletê û mafyayê heye. Ev yek êdî ne îdîa ye, di qeydên dadgehê de jî derbas dibe. Di kuştina Sînan Çetîn de 2 polîsên tevgera taybet tetîkkêj ji Stenbolê anî Enqereyê û li herduyan 18 sal cezayê girtîgehê hate birîn. Di dosya Ayhan Bora Kaplan de mufetîşên polîsan ên li têkiliyên lîderê çete yê li nava emniyetê dipirsî teqawît kirin. Midûrên emniyetê yên operasyon kirin jî hatin girtin.
Di sala 2020’î de bi guhertina înfazê re lîderê rêxistina sûc Alaattîn Çakici hate berdan; bi heman guhertinê re girtiyên siyasî girtî hatin hiştin. Lîderên mafyayê têne berdan, lê belê ev sîstem rojnamevanan ragirtî dihêle, li dijî çekên bêdestûr tênakoşe. Beriya her tiştî karê peydakirina çekan hêsan bû. Êdî çek dikare ji ser înternetê bê kirîn û bê ber deriyê mala we.”
Olan destnîşan kir ku biçekbûna şexsî ya li Kurdistanê divê bi polîtîkayên dewletê were nirxandin û got, “Kurdistan bi dehan salan li ber çavên dewletê weke cografyayeke ewlekariyê û şer hate dîtin. Li şûna dibistan, febrîqe û cihên kar, li vê cografyayê qereqol û kalekol hate avakirin. Bi sîstema cerdevaniyê re çeka dewletê radestî bi deh hezaran mirovî hate kirin. Çek li vê erdnîgariyê weke parçeyek ji polîtîkaya ewlekariyê belav bû û hate rewakirin. Tabloya ku em îro dibînin encamek ji polîtîkaya ewlekariyê ya li qadê ye.”
Huseyîn Olan destnîşan kir ku weke partî ew li her platformê bi rengekî eşkere dibêjin ku li dijî biçekbûnê ne.

