Pêncşem, 15 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Azadiya Rêber Apo çareseriya meseleya Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Hûn jî dikarin gelek tiştan bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dr: Beppe Savary: Eger Tirkiye daxwaza aştiyê dike, divê Abdullah Ocalan azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Baglarê xizanî mezin dibe: Gelek malbat tenê dahnekî dikarin xwarinê bixwin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 15’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Rejîma Îranê tolê ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ distîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Êrîşa li dijî wêneyên şehîdan, êrîşa li dijî jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star nerazîbûn nîşanî provokasyonên li Hesekê da: Rêveberiya Şamê berpirsyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerê li Rojhilata Navîn dibe ku 11,7 milyon jin û zarokan birçî bihêle

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Jin, Edalet û Bîrê di hefteya 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinên Kurd beşdarî Kombûna Jinan a Navneteweyî ya li Arjantînê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin
Rojane

Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

Meral Daniş Beştaş anî ziman ku pêvajo bi pêş ve diçe, lê kêmasiyên girîng tê de hene û destnîşan kir ku divê statuya Rêber Apo bi rengekî hiqûqî bê ewlekirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Meclîs wê îro deriyên xwe li sala nû ya qanûndanînê veke. Di siyasetê de bal li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Parlamentera DEM Partiyê û Endama Komîsyonê Meral Daniş Beştaş rêveçûna pêvajoyê ji ajansa me re nirxand.

Meral Daniş Beştaş daxuyaniya Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş a bi gotina “Pêvajo di rêya xwe de dimeşe” nirxand û anî ziman ku dewamiya pêvajoyê hêja ye, lê belê bêkêmasî nîne.

Meral Daniş Beştaş li ser qonaxa heyî ya pêvajoyê û berpirsyariyên Meclîsê got, “Pêvajo dimeşe, di vê mijarê de pirsgirêk nîne. Lê belê ya girîng ew e ku çawa dimeşe. Rêveçûna pêvajoyê nayê wê wateyê ku ti pirsgirêk nîne. Hîn jî rapora komîsyonê neketiye meriyetê. Pirsên weke ‘Gelo wê qanûna çarçoveyê bi cih bê anîn?’, ‘Wê kengî bê pêkanîn’, ‘Derbasbûn wê çawa be’ em bi hev re dipirsin”

Beştaş ragihand ku di pêvajoyê de li gel kêmasiyan her wiha zimanekî aştiyê yê hevpar nehatiye avakirin, beşeke girîng a berdevkên desthilatdariyê hîn jî bi zimanê cihêkar ê berê diaxivin û zimanê ku desthilatdarî û medya bi kar tîne bersivê nade pêwîstiyên pêvajoyê.

Parlamentera DEM Partiyê diyar kir ku mercên karkirinê ji bo muxatabê bingehîn ê pêvajoyê nehatiye avakirin û têkildarî statuya Rêber Apo desthilatdariyê helwesteke zelal nîşan nedaye.

Meral Daniş Beştaş anî ziman ku divê pêvajo li pêşberî raya giştî hîn vekirî û zelal bê meşandin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Mînak, hin tişt hene ku divê tavilê bêne kirin. Ya destpêkê: Muxatabê bingehîn ê vê pêvajoyê hîn jî ne xwedî mercên pêwîst ên karkirinê ye. Birêz Ocalan hîn jî li Îmraliyê tê ragirtin, hîn jî derbasî cihê hatiye çêkirin nebûye. Ji ber ku deste ava nebûye. Ji ber ku ew koordînatorê wê desteyê ye. Ji bo ew karibe bixebite, di nava komîsyonê de kî hebe divê ew li gel wî dest bi kar bikin. Ji bo vê jî qanûnek ji vê re divê, qebûlkirinek divê, zemînek divê.

Desthilatdarî bi rêbazeke welê ya siyasî tevdigere ku dixwaze rewşê bi pratîkî dewam bike, pêvajoyê bi gavên de facto bimeşîne, şênber neke, hin mijaran ji raya giştî veşêre yan jî bi rengekî cuda nîşan bide.

Mînak, berdevkên desthilatdariyê hîn jî li ser pozîsyona Birêz Ocalan bi eşkere neaxivin. Yanî hewl didin bi peyamên veşartî vê yekê vebêjin. Ya rast naxwazin raya giştî bi vê zanibe.

Di vê mijarê de helwesta Devlet Bahçelî hîn zelal e. Ew bi xwe vê bi eşkere dibêje. Herî dawî got, divê Birêz Ocalan weke koordînator wezîfeyê bike. Got, divê sûdê ji mafê hêviyê werbigire. Lê belê desthilatdariya AKP’ê di vê mijarê de bi têrkerî eşkere nîne.”

Meral Daniş Beştaş di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku divê zemîneke hiqûqî ji pêvajoyê re bê amadekirin û got, “Di vê mijarê de bîranîn, tecrûbeyên nebaş ên civakê hene. Ji bo ev bîranîn dubare nebe, divê êdî zemîna vî karî, asta wê ya hiqûqî diyar bibe. Divê pozîsyona Birêz Ocalan, mercên wî yên karkirinê bêyî bê dirêjkirin fermî bibe. Mebest ji fermiyetê fermiyeteke ji rêzê nîne, ez qala zemîna hiqûqî dikim. Û divê berdevk jî, desthilatdarî jî li pişt vê bisekinin.”

Di civîna 24’ê Tebaxê de çar komîsyonên jêrîn bi navê Karên Edlî û Hiqûqî, Şopandin û Tespît, Ahengiya Civakî û Yekbûn, Bêçekbûn û Koordînasyona Stratejîk hatibûna vakirin.

Meral Daniş Beştaş der barê rola ku Meclîs divê di dema nû ya qanûndanînê de pê rabe destnîşan kir ku Meclîs û komîsyona ava bike we bibe ‘garantiya’ pêvajoyê.

Parlamenter Meral Daniş Beştaş got, “Meclîs vedibe, em ê jî li wê derê bin. Koordînasyona stratejîk a ku em jê re Koordînasyon, Siyasîbûn û Bêçekbûn dibêjin, xwedî roleke gelekî jiyanî ye. Ne tenê ji Serokkomar û wezîran re, he rwiha divê desteyek welê bê avakirin ku ji civaka sivîl, hêzên demokrasiyê û akademîsyenên pispor re jî vekirî be. Divê desteyek bê avakirin ku di asta herî berfireh de partî tevlî bibin û rast nîne ku ji vê re tenê ‘desteya şopandinê’ bê gotin.

Ne desteyek ku tenê temaşe dike, kar nake. Desteyek welê ku hem dişopîne hem kar dike. Dawiya dawî mirov bi hev re dikare nav lê bike. Lê belê tişta ku Serokê Meclîsê gotiye, weke ku wê tenê bişopîne tê fêhmkirin. Bi dîtina min divê ev ji holê bê rakirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê
Nûçeya Pişt re Îranê bombe li kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê barand
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Koordînasyona KJAR’ê: 4’ê Nîsanê roja azadî û vejînê ye

Koordînasyona KJAR'ê, 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo û salvegera damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Qamişlo û Dêrikê li dijî êrîşên dagirkeriyê meş

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Qamişlo û…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî qirkirina siyasî da: Demildest berdin!

Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê got, “Sevtap Akdag Karahali û hemû girtî divê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

10 roj in agahî ji hunermend Jîna Ehmedî nayê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Bîranîna 26 şehîdan bi dawî bû: Şehîd rûmeta gelan e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mihraç Ural hate girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?