Hevserokên Giştî nerazîbûn nîşanî binçavkirina 59 kesan ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê Vahap Seçer, Şaredarê Yenîşehirê Abdullah Ozyîgît û Şaredarê Mezîtliyê Ahmet Serkan Tuncer jî di nav de ne, dan.
Di daxuyaniyê de, hat diyar kirin ku îradeya gel a di hilbijartinan de derketiye holê bi pêvajoyên darazê hewl tê dayîn ji holê bê rakirin. Hat ragihandin ku ev rewş îradeya gel bêbandor dike.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê, diyar kirin ku pratîkên wiha berê di pêvajoyên qeyûman de jî hatine jiyîn û destnîşan kirin ku mafê gel ê hilbijartinê tê nasîn, lê rê nayê dayîn ku kesên hatine hilbijartin peywira xwe bikin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin, “Heke îradeya gel tenê dema encama sindoqan bê ecibandin û derbasdar be, navê vê ne demokrasiye. Gelê Mêrsînê kî hilbijartibe, divê Mêrsînê ew birêve bibe. Divê rêz li îradeya gel bê girtin û daraz ji bin bandora hesabên siyasî bê derxistin.”

