Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Edeneyê, bi daxwaza ronîkirina mirina Rojîn Kabaîş a ku li Wanê piştî windabûnê jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyeke çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tevî dema ku di ser re derbas bûye jî, sedema mirinê û rola kesên sêyemîn ên gengaz bi hemû aliyên xwe ve nehatiye eşkerekirin.
Hate bi bîrxistin ku di mînakên ji laşê Rojîn Kabaîş hatine girtin de profîlên DNA’yê yên du mêrên cuda hatine tespîtkirin û hat daxwazkirin ku çavkaniya van profîlan û peywendiya wan a bi bûyerê re bi berfirehî bê lêkolînkirin. Her wiha hat diyar kirin ku divê berpirsiyariyên Zanîngeha Wanê ya Yuzuncu Yılê û wargeha ku lê dima, pêvajoyên agahdarkirin û destwerdanê yên piştî windabûna wê û qeydên kamerayê bên lêkolînkirin.
Li ser navê Meclîsê Şukran Efeturk, destnîşankirin ku divê mirinên gumanbar ên jinan berî ku hemû delîl bên berhevkirin, wekî xwekuştin an jî qeza neyên nirxandin.
Şukran Efeturk, daxwaz kir ku kêmasiyên di lêpirsînê de bên çareserkirin û pêvajoya hiqûqî di derbarê berpirsyaran de bê meşandin.
Şukran Efeturk, got ku ku heta mirina Rojîn Kabaîş bi hemû aliyên xwe ve bê ronîkirin dê şopdarên dosyayê bin.

