Pêvajoya rakirina mayinan û bermahiyên şer li herêm û gundên bajarê Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê ya di çarçoveya paqijkirina rê, gund û zeviyên çandiniyê ji bo vegera koçberan, berdewam dike.
Navenda Pêşîgirtina li ber Mayinan a Hesekê ji ajansa ANHA’yê re ragihand ku tê payîn di demeke nêz de pêvajoya rakirina mayinan li ser rêyên li derdora rêya giştî yên gundewarên Serêkaniyê bi dawî bibe. Navendê da zanîn ku pêvajoya rakirinê derbasî qonaxa xwe ya duyemîn bûye, di vê qonaxê de piştî paqijkirina rêyan, dest bi paqijkirina gundan bi xwe hatiye kirin.
Navendê, diyar kir ku niha pêvajoya rakirinê li gundên li ser rêya Til Temir-Zirgan, gundewarên başûrê bajêr a ber bi bajarê Serêkaniyê ve, her wiha li gundewarên li ser Rêya M4 berdewam dike.
Têkildarî heman mijarê navendê ev agahî dan: “Rêya sereke ya Dirbêsiyê-Serêkaniyê, ji rêya ku diçe gundê El Esediyê heta baregeha Tirkiyeyê ya li gundê Bab El Ferec a li ser rêya sereke bi temamî hatiye paqijkirin, di vê beşa pêvajoyê de rê û her du qiraxên xwe bi dirêjahiya 25 metreyan jî hatiye paqijkirin.”
Navendê, da zanîn ku hîna li gundê El Esediyê û Mişêrifê xetereya hebûna mayinan heye, heta niha pêvajoya rakirina mayinan û bermahiyên şer li wir dest pê nekiriye.
Li aliyekî din navendê destnîşan kir ku ji ber hebûna mayinan li gundê Um El Kêf rakirina mayinan li ser rêya sereke ya Til Temir-Serêkaniyê dereng ma.
Tîmên rakirina mayînan ji bo dabînkirina tevgera şêniyan, temamkirina pêvajoya paqijkirinê û rakirina mayinan ji gund û herêmên ku şênî lê hene, xebatên xwe didomînin.
Navendê hişyarî da ku şênî li gorî perspektîfên tîmên rakirina mayinan tev bigerin.

