Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, ji bo xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rojîn Kabaîş ku di sala 2024’an de li Wanê winda bibû û piştî 18 rojan cenazeyê wê hatibû dîtin, bi daxwaza edaletê daxuyaniyek da.
Di çalakiya ku li ber avahiya DEM Partiyê ya li Beyoglu ya Stenbolê hate lidarxistin de, wêneyên Rojîn hatin hildan û dirûşmên “Ji bo Rojîn edalet” hatin berzkirin. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê Kamîle Kandal ku daxuyanî xwend, diyar kir ku malbata Rojîn du sal in têkoşîna edaletê dimeşîne.
Kamîle Kandal, anî ziman ku mirina Rojîn ji destpêkê ve hewl hate dan ku wekî xwekuştin bê nîşandan û got ku di dosyeyê de gelek pirs hîn jî bêbersiv mane. Kamîle Kandal, bal kişand ku agahiyên derbarê nimûneyên ADN’yê û qeydên kamerayan de gumanan zêdetir dikin û daxwaz kir ku berpirsiyarên mirina Rojîn û kesên ku hewl dane delîlan veşêrin bêne eşkerekirin.
Çalakî bi dirûşme û tilîliyan bi dawî bû.

