Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari beşdarî Kongreya Bajêr a Asayî ya 2’emîn a Rêxistina Bajêr a Erzîromê bû.
Tulay Hatîmogûllari li kongreyê axivî û diyar kir ku ev kongre di heman demê de pêngaveke siyasî ye. Hatîmogûllari got, “Di demekê de ku siyaset jinûve tê avakirin, di demekê de ku em Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ava dikin, her kongreya em pêk tînin di heman demê de pêngaveke siyasî ye.”
Hevseroka DEM Partiyê anî ziman ku qanûna çarçoveyê firsendên gelekî girîng da Tirkiyeyê û got, “Lê belê bi şertê ku bi cih bê anîn. Eger di pêvajoyên pratîkî de yê ku ev qanûna çarçoveyê datîne holê gavên şênber neyên avêtin, hingî em ê bi hev re vê pêvajoyê ji dest bidin. Lewma di serî de dewlet û desthilatdarî berpirsyar, hemû alî divê erk û wezîfeyên xwe bi cih bînin û bi vê têgihiştinê tevbigerin.”
Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku pêvajo bi temaşekirin û bendemayinê bi ser nakeve û got, “Pêvajoya aştiyê wê li ser sêniya zêrîn pêşkêşî me neyê kirin. Em ê bi têkoşînê bi dest bixin.”
Bi dewamî anî ziman ku bi banga Rêber Apo re Banga Aştî û Civaka Demokratîk deriyên pêvajoyeke nupînû vekiriye û got, “Gelê Kurd heta niha bi têkoşîna man û nemanê re rû bi rû bû. Lê belê êdî cîhanê hebûna bi rûmet a gelê Kurd dîtiye. Gelê Kurd xwe li cîhanê ispat kiriye, nîşan daye. Bi têkoşîna xwe, bi perspektîfa xwe, bi sekna xwe ya rêxistinî li Sûriye, Iraq, Îran, Tirkiyeyê hebûna xwe li cîhanê ispat kiriye. Û Birêz Ocalan dibêje divê dem derbasî asteke nupînû bibin. Di vê qonaxa nupînû de em neçar in ku êdî destketiyên siyasî û hiqûqî şênber bikin. Yanî em di wê astê de ne ku têkoşîna demokrasiyê bi rengê herî xurt bimeşînin û çareseriya pirsgirêka Kurd bigihînin nasnameyeke siyasî û zemîneke hiqûqî.”
Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku bi têgihiştina Tevgera Komara Demokratîk ew amade ne welêt bi rê ve bibin û got, “Pêwîstiya vî welatî bi rêveberiyeke demokratîk heye. Û weke DEM Partî em namzet in ku Tirkiyeyê bi rengekî demokratîk bi rê ve bibin. Em ê feraseteke welê ya rêveberiyê ava bikin ku li vî welatî wê kes li derve neyê hiştin. Wê kes tine neyê hesibandin. Em ê demokrasiyê ne tenê bikin sîwana xwe. Demokrasî tê wateya nêzîkatiya wekhev a li her kesî (…) Cudahiya me wê nebe. Em Kurd, Elewî, jin ji rêveberiya demokratîk re amade ne.”
Tulay Hatîmogûllari herî dawî got, “Em di qonaxeke nupînû de ne. Em hevoka destpêkê ya rûpelekî nupînû dinivîsînin. Hevoka destpêkê wê mezinkirin, berfirehkirin û xurtkirina têkoşîna demokrasiyê be. Hevseroka destpêkê ya vê rûpelê ev e. Em dikarin vê bi ser bixînin. Tiştek nîne ku hêzeke rêxistinbûyî nikaribe bi ser bixîne. Dibe ku kêmasiyên me hebe, dibe ku nêzîkatiyên me yên şaş hebin, şaşitiyên me hebin. Ji qada xwecihî heta bi navendê dibe ku hemû hebin. Di vê mijarê de nêzîkatiya me ya herî girîng rêxnekirin û rexnedayin e. Timî aliyê mezin ê wêne bibîne. Aliyê mezin ê wêne avakirina aştî û civaka demokratîk e.”

