Serokê Amerîkayê Donald Trump îro diyar kir ku Tengava Hurmuzê ji bo rêwîtiya navneteweyî vekirî dimîne, îdiayên girtina wê red kirin. Trump anî ziman ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di demên dawî de “derbeyên giran” li Îranê dane.
Di postek li ser platforma Truth Social de, Trump got, “Tengava Hurmuzê vekirî ye.” Bi vê yekî Trump nîşan da ku tevgera keştiyan bi rêya avê ya stratejîk re tevî zêdebûna aloziyan li herêmê berdewam e.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) jî îro ragihandibû ku di 7 rojên borî de zêdetirî 140 keştî di tengavê re derbas bûne. Ev yek nîşan dide ku herikîna seferê û azadiya derbasbûnê berdewam e, û tekez dike ku Îran tengavê kontrol nake û hêzên Amerîkayê amade ne ku ewlehiya rêyên deryayî misoger bikin.
Girêdayî mijarê, Desteya Îranê ya Birêvebirina Tengava Hormuzê ragihandibû ku ji ber “tevgerên Amerîkayê yên derqanûnî” derbasbûna ji tengavê “niha ne gengaz e” û daxwazên derbasbûnê dê heya ku aramî vegere herêmê werin nirxandin.

