Komîteya Jinan a Înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistî li Elmanyayê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkşoînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tundiya li ser jinan diyardeyeke cîhanî ye ku di civak û pergalên siyasî yên cuda de bi awayên eşkere û veşartî tê domandin û wiha hate gotin: “Baviksalarî û cudakarîya zayendî, tevî îdiayên wekheviyê, hîn jî di gelek civakan de berdewam in. Lê tecrûbeya tundiyê ji bo hemû jinan ne yek e û rewşa siyasî, netewî û civakî dikare wê kûrtir bike.
Hate destnîşankirin ku jinên Kurd li çar perçeyên Kurdistanê, ji bilî tundiya di malbat û civakê de, rastî tundiya siyasî û ya dewletê jî tên û wiha hate gotin: “Jinên nivîskar, rojnamevan û wan jinan ku ji bo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî dixebitin, bi zext, tehdîd, qedexekirin û zordariya dewletê re rû bi rû dimînin. Gelek jinên siyasî jî di girtîgehan de ne û hin ji wan ji ber jinbûna xwe rastî îşkence û zordariya duqat tên. Girtin, îşkence, cudakarîya netewî û înkarkirina nasnameya zimanî û çandî, tundiya li ser jinên Kurd kûrtir û tevlihevtir dike.”
JIN, JIYAN, AZADÎ BÛ SEMBOLA BERXWEDANÊ
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku jinan tevî hemû astengî û zordariyan jî dev ji têkoşînê bernedane û wiha hate gotin: “Wan rêxistinên xwe ava kirine û bi têkoşîna demokratîk li çar perçeyên Kurdistanê, pirsgirêka jinê wek mijareke bingehîn û navendî ya têkoşîna civakî û siyasî pêş xistine. Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” li Kurdistan û Îranê bûye sembola vê berxwedanê û îro dengê vê dirûşmê li gelek welatên cîhanê tê bihîstin.
Di heman demê de, tundiya nav malê, kontrol û zordariya ji aliyê bav, mêr, bira û zilamên din ên malbatê ve jî berdewam e. Kuştina jinan, xweşewitandin û xwekuştina wan, ligel nebûna amarên zelal û serbixwe, rewşeke giran nîşan didin. Di hin bûyeran de, kuştina jinan di bin navê xwekuştinê an xweşewitandinê de tê veşartin û sûcdar ji bersivdayînê tên rizgarkirin.
Tundî dema ku civak li şûna piştgiriya mexdûrê, sûcdar rewa dibîne û piştgiriyê dide wî, kûrtir dibe. Bêdengî, asayîkirin û rewakirina tundiyê jî beşek ji domandina wê ne.
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TUNDIYÊ, TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YE
Komîteya Jinan a Enstîtuya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistî hemû cureyên tundiyê li ser jinan şermezar dike û li ser têkoşîna li dijî baviksalarî û zordariya siyasî, belgekirina serbixwe ya bûyeran, piştgiriya mexdûr û rizgarbûyan û berpirsiyarkirina sûcdaran disekine.
Em bawer dikin ku tu kevneşopî, qanûn an avahiya siyasî nikare tundiya li ser jinan rewa bike. Têkoşîna li dijî tundiyê, têkoşîna ji bo azadî, wekhevî, rûmeta mirovî û mafê xwebirêvebirinê ye.
25ê Mijdarê؛ Li dijî tundiyê, li dijî baviksalariyê û hemû avahiyên zordar؛ ji bo jiyan, azadî û wekheviya jinan.”

