PDK û YNK’ê piştî daxuyaniya Berdevkê Hêzên Çekdarî ya Iraqê ya têkildarî Iraq û Herêma Kurdistanê, daxuyaniyeke hevpar dan.
Hate gotin ku daxuyaniya Hêzên Çekar a Iraqê, bûyer û pêşketinên çend rojên borî ya li Iraqê rû didin, ji bo xelkê Herêma Kurdistanê mijareke ne li bendê bûn, ji ber ku şok bûn û ev hate gotin: “Hemû kes baş dizane ku Herêma Kurdistanê ji mafên xwe yên di destûrê de hatine diyarkirin tişteke din naxwaze. Bi salane ku mafê wan ên destûrî hatine binpêkirin.”
Di dewama daxuyaniyê de ev hate gotin: “Em bal dikişînin ser wê yekê ku hemû alî divê girêdayî destûrê bin. Eger pirsgirêkek di navbera Herêmê û Bexdayê de hebe jî, pêwîste li gorî destûrê kar bê kirin. ji derveyî wê hemû biryar dijî Herêma Kurdistanê û destûrê ne.”
Herî dawî ev hate gotin: “Herêma Kurdistanê berhemê xwîna û têkoşîna dûr û dirêj a gelê Kurdistanê ye. Binpêkirina maf û destkeftiyên me xeta sore. Em li gel diyalog, zelalî û jihevfamkirinê ne.”

