Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî çend biryar derxist ku durxistina kesayetên leşkerî yên sivîl, destdanîna ser deriyên sînorî, hinek çavkaniyên enerjiyê ku di jêr destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ne. Têkildarî vê Serokê Demborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxuyaniyek da.
Barzanî got: “Maf û erkên me yên destûrî hene. Em daxwaza mafê xwe dikîn. Divê weke xwe bên pêkanîn. Ya li ser me ferz jî bên bicihanîne. Tişteke ji derveyî destûrê em qebûl nakin.”
Têkildarî biryarên Elî Zeydî jî Barzanî ev anî ziman: “Biryarên Zeydî li gel naveroka gotûbêjan hev nagire ku berê li gel desthilata Bexdayê hatibû kirin. Peyamên cuda hebûn ji bo çareserkirina pirsgirêkan ew jî di çarçoveya destûrê de bûn. Ya îro hate kirin şok bû. Bi ti awayî nayê qebûlkirin.”
Barzanî diyar kir ku deriyê nîqaşê yê bi Bexdayê re negirtiye û got: “Pêwîste li ser bingehê destûrê be. Biryarê tekekesî û binpêkirina mafê destûrî nabe bê kirin. daxwaz ji Bexda dikin ku em hemû bi hev re li ser bingeha destûrê li hev bikin.”
Mesûr Barzanî daxwaz kir ku hemû aliyên siyasî mijara parastina statûya Herêmê mezintire ji hemû destkeftiyên kesî û partiyan û got: “Pêwîste hemû ferdeke/î vê herêmê bi erk û berpirsyariyên xwe rabe. Em amadene hemû nakokiyên xwe bidin aliyekê. Bibin pêşmerge û parastina statûya Herêmê bikin.”

