Rêxistina Mafên Mirovan ya Hana, têkildarî qetilkirina jinek ciwan a li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê agahiyan parve kir.
Li gor agahiyên hatine parvekirin, jina ciwan a bi navê Hêlya Fetahî (16) ya xelkê bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê bavê xwe ve hatiye qetilkirin.
Hatiye diyarkirin ku destpêkê heba xewê dayînê, piştre balinkiyek daniye ser dev û difina wê û wisan xeniqandiye. Kujerê wê jî li xwe mikur hatiye ku wî ew qetil kiriye.

