Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di civîna çapemeniyê ya ku li Meclisê li dar xist de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan.
Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku tevî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî girtiyên siyasî li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin û anî ziman ku parastina mafê jiyanê berpirsyariya sereke ya dewletê ye.
Gulistan Kiliç Koçyîgît wiha bertek nîşan da: “Rêveberiyên girtîgehan li gorî pêvajoyê tevnagerin. Li vî welatî wekî ku du sal in Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tune ye.”
Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku ew li bendê ne Lijneya Şopandinê ya Meclisê were avakirin û wiha pê de çû: “Em li bendê ne ku di demeke kurt de dest bi xebatê bike.”
Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser nîqaşên derbarê çûna rojnamegeran a Îmraliyê û hevdîtina bi Rêber Apo re û wiha axivî:
“Derbarê çûnan de hîn navekî zelal tine ye. Lê em li bendê ne ku rojnameger demildest biçin giravê. Ez dixwazim bînim ziman ku divê bi awayekî gelekî bilez Lijneya Aştî û Siyasîbûnê were ragihandin û şert û mercên ku rojnameger û her kesên din karibin biçin giravê werin avakirin. Lê hîn nav nehatine diyarkirin. Di vî alî de ti tişt nehatiye ber destê me.”
Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîan kir ku ew li bendê ne di civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) ya pêş de di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de biryara piştrastkirin û tespîtkirinê were girtin û got: “Bi vê biryarê re emli bendê ne ku qanûna ku di 10’ê Tebaxê de bi piştgiriyeke gelekî xurt hat qebûlkirin jî bikeve meriyetê. Bêyî ku bê derengxistin, divê ev qanûn bi lez bikeve meriyetê. Divê qonaxa piştrastkirin û tespîtkirinê jî bi lez were derbaskirin.”

