Girtiya bi nexweşiya giran Evîn Zapsu ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bunyanê ya Kayseriyê tê ragirtin, ji bo tedawiya kanserê sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Kayseriyê hate kirin, lê belê li nexweşxaneyê li kiryara xerab a doktor rast hat.
Evîn Zapsû bi telefonê bi malbata xwe re axivî û anî ziman ku 20’ê Mijdarê li beşa Jinekolojîk Onkolojî Cerrahî doktor di dema muayeneyê de jê re gotiye, “Nexweşî li her deverê belav bûye, biçe girtîgehê, li benda mirinê bisekine.”
Hevjînê Evîn Zapsu Mecît Zapsu nerazîbûn nîşan da ku li şûna moral ji nexweşeke giran re bê dayin, gotinên bi vî rengî jê re hatiye gotin. Mecît Zapsu diyar ki rku ew nêzîkatiya doktor qebûl nakin û wê giliyê wî bikin.
Di 16’ê Mijdarê de teşhîsa kanserê ya asta çaremîn li Evîn Zapsu hatibû danîn. Nexweşxaneya Bajêr a Kayseriyê 20’ê Mijdarê rapora “nikare li girtîgehê bimîne” dabû Evîn Zapsu.

