Li bajarê Edinburgh a Skocyayê û bajarê Liverpool a Ingilîstanê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Rojava Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinan de, bi dirûşmeya “Em ê bi têkoşîna jinên rêxistinkirî komkujiya jinan û şeran rawestînin!” Panel û civîn hatin lidarxistin.
LI EDINBURGHÊ TÊKOŞÎNA BIRÊXISTINKIRÎ YA JINAN Û CIVAKÎBÛNA AŞTIYÊ HATE NIRXANDIN
Di panela li Navenda Civaka Kurd a Edinburghê ya bi dirûşmeya “Ji tundiyê re na! Ji bo jiyanek wekhev û azad piştevanî!” Panel hate lidarxistin. Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Ebru Gunay tevlî panelê bû.
Çalakî bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê Tevgera Jinên Kurd axaftina vekirinê hat kirin. Di axaftinê de îşaret bi girîngiya têkoşîna birêxistinkirî ya li dijî tundiyê û piştevaniya jinan hat kirin.
Piştre Ebru Gunay mafê axaftinê girt û bal kişand ser têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd û rola têkoşîna birêxistinkirî di guherîna civakî de. Ebru Gunay bal kişand ser girîngiya tevlîbûna jinan ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û derbarê Komîsyona Şopandina Aştiyê ya Jinan de ku di çarçoveya pêvajoyê de hate avakirin, nirxandin kir.
‘YA HERÎ GIRÎNG CIVAKÎBÛNA AŞTIYÊ YE’
Ebru Gunay bal kişand ser girîngiya têkoşîna birêxistinkirî ya gelê Kurd û diyar kir ku bi civakekî hê birêxistinkirî û kûr re, gelek pirsgirêk dikarin werin derbaskirin. Gunay her wiha bal kişand ser civakîbûna aştiyê.
Ebru Gunay bersiv da pirsên derbarê rola jinan a di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de.
Panel, piştî beşa pirs-bersvi, bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.
LI LIVERPOOLÊ ÎŞARET BI PIŞTEVANIYA JINAN HAT KIRIN
Li bajarê Liverpool ê Îngilîstanê jî ji aliyê Tevgera Jinn Kurd ve di çarçoveya 25’ê Mijdarê de çalakî hate lidarxistin. Çalakî li Navenda Civaka Kurd a Liverpoolê hat lidarxistin û gelek Kurdistanî tevlî bûn.
Di çalakiya ku bi armanca xurtkirina têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û mezinkirina piştevaniya jinan hate lidarxistin de, têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan hate nirxandin.
Hevberdevka Yekîtiya Komunan a Liverpoolê Ayşe Efrîn û Berdevka Komuna Jinan a Liverpoolê Bişeng Botan axivîn. Parlementera berê yê HDP’ê û çalakvana TJA’yê Besîme Konca jî bi dîmenê zindî tevlî çalakiyê bû.
‘EM JI BO HISANDINA DENGÊ JINAN LI VIR IN’
Axaftina vekirinê ya çalakiyê ji aliyê Bîşeng Botan ve hate kirin. Bîşeng Botan bal kişan ser girîngiya 25’ê Mijdarê ji bo mezinkirina têkoşîna hevpar a jinan.
Botan wiha got, “Em îro ne tenê ji bo lidarxistina çalakiyekî li vir in, ji bo hisandina dengê jinan, mezinkirina piştevaniyê û xurtkirina têkoşîna me ya hevpar li vê derê ne.”
XWEPARASTINA JINAN Û PÊVAJOYA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK
Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Besîme Konca ku bi rêya dîmenê zindî tevlî çalakiyê bû, bal kişand ser têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd û berxwedana jinan a bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî.”
Besîme Konca îşaret bi girîngiya xweparastin û têkoşîna birêxistinkirî ya jinan kir û derbarê rola jinan a di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de nirxandin kir.
Çalakî bi banga xurtkirina piştevaniya jinan li dijî tundiya li ser jinan û mezinkirina têkoşîna hevpar bi dawî bû.

