Yekîtiya Ciwanên Komînalîst (YCK-KURD) li Mersînê Konferansa Herêma Çukurovayê lidar xist. Di konferansê de ku ciwanên ji bajarên herêmê tevlî bûn, pirsgirêkên ku ciwan lê rast tên û mijara avakirina jiyana komînal hate nirxandin.
Di daxuyaniyê de ya li konferansê hate xwendin, işaret bi pirsgirêkên bêkarî, xizanî, narkotîk, çetebûyî û kêmaniya derfetên perwerdeyê yên li wan taxan hate kirin ku bi giranî ciwanên Kurd lê ne.
Hate ragihandin ku divê qadên ji bo ciwanan ên çand, civakî û sporê bêne avakirin û li ser bingeha hilberîna çareseriyên hevpar û piştevaniya li taxan banga rêxistinbûnê hate kirin.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Şadiye Manap ku piştî 30 salên ragirtinê hate berdan, li konferansê axivî û qala girîngiya bawerî û rêxistinbûnê kir.
Şadiye Manap anî ziman ku divê ciwan li hev kom bibin, têkoşîneke hevpar bimeşînin û di avakirina siberojê de bi berpirsyariyê rabin.
Konferans piştî axaftinan bi konserekê bi dawî bû.

