Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 34’emîn wê 5’ê Îlonê li bajarê Dortmund ê Elmanyayê bê lidarxistin. Organîzasyona ragihandinê, sererastkirina qadê, bernameya çand-hunerê, stand û karên ewlekariyê yên festîvalê temam bûn.
KCDK-E û TJK-E’yê festîvala îsal diyarî şehîdên azadiyê kir. Festîval wê bi dirûşma “Bi Rêbertiya Azad ber bi Civaka Demokratîk ve” bê lidarxistin.
Ji bo festîvalê, li herêmên cuda yên Ewropayê plansaziya tevlîbûnê ya berfireh hate kirin. Komîteya Amadekar diyar kir ku ew li bendê ne ku tevlîbûneke xurt li festîvalê bibe.
Li gel Kurdên li welatên cuda yên Ewropayê, tê payin ku ji gelên dost û beşên cuda yên civakî jî tevlîbûn li festîvalê bibe.
Festîval xwedî bernameyeke berfireh a ji çanda Kurd e. Li gel muzîk û govendê ji bo zarokan jî wê çalakiyên taybet hebe.
Li binê konê taybet ê ku ji bo zarokan bê vedan wê karên çand û hunerî yên cuda bêne lidarxistin. Her wiha wê jin û ciwan jî berhemên xwe li qad û standan karibin nîşan bidin.
BAZARA ÇANDA KURD
Yek ji beşên girîng ên festîvalê jî wê Bazara Çanda Kurd be. Berhemên çandî yên ji bajar û herêmên cuda wê li vê qadê bêne pêşkêşkirin.
Tevî bernameya ji qisekeran wê karên li ser jiyana civakî, hunerî, ziman û wêjeyî ya Kurd jî li qada festîvalê were nîşandan.
DANHEVIYA ÇANDÎ YA EWROPAYÊ WÊ BIGIHÊJE HEV
Weşanxane, nivîskar, rojname, saziyên ziman, rêxistinên jin û ciwanan, karên ekolojî, Heyva Sor, saziyên Rojhilat û saziyên civakî yên sivîl ên cuda yên ji seranserê Ewropayê wê li qada festîvalê standên xwe dînin. Li standan wê karên çandî û weşan bêne nîşandan.
Di festîvalê de taybetmendiya xwecihî ya mutbexa Kurd jî wê bê pêşkêşkirin.
Li qada festîvalê wê bi dehan stand bêne danîn. Ji bo standên bêne danîn pîvanên hawirdorê û paqijiyê hatin destnîşankirin. Li gorî vê yekê biryar hate dayin ku li şûna malzemeyên plastîk malzemeyên biyolojîk bêne bikaranîn. Hate plankirin ku stand rojek berî festîvalê di êvara Înê de li qadê amade bin.
ORGANÎZASYONA EWLEKARIYÊ
Ji bo festîval bi rêk û pêk û ewle derbas bibe plansaziyeke ewlekariyê ya berfireh hate kirin. Li gel şîrketa ewlekariyê ya profesyonel, tîmên ewlekariya hundirîn ên federasyonên cuda jî hate avakirin. Hate ragihandin ku KAWA 1, FED GEL G2, Fed MED NRW, FED KURD Berlin, Dem Bakurê Elmanyayê, Belçîka, Hollanda û rêxistiniyên li Bakurê Fransayê tevlî organîzasyona ewlekariyê bibin.
Ji bo derbasbûna li qada festîvalê du deriyên bingehîn hatin avakirin. Bi rengê du vardiyayan wê 110 wezîfedar ji bo her vardiyayê karê kontrol û ewlekariyê bikin. Her wiha ji bo otopark û beşên derve yên qada festîvalê jî tîmên ewlekariyê wê bêne wezîfedarkirin.
Ji bo destwerdaneke pêwîst a li nava qadê jî komên ewlekariya hundirîn ên mobîl hatin avakirin.
LI BER DERÎ WÊ KONTROLA EWLEKARIYÊ BÊ KIRIN
Komîteya Amadekar ragihand ku li pêşiya qada festîvalê wê kontrola ewlekariyê bê kirin. Li gorî vê yekê madeyên dişewitîne û dibire, şûşe, parfum, çenteyê piştê yê mezin, kursî û drone wê li qada festîvalê qedexe bin.
JI BO XWEGIHANDINÊ WÊ XETA U45 BÊ BIKARANÎN
Beşdarên ku bi wesayitên giştî tevlî festîvalê bibin, wê ji Hauptbahnhof a Dortmundê bi rêya xeta U45 karibin xwe bigihînin rawestgeha Remydamm a qada festîvalê. Tê plankirin ku roja festîvalê seferên U-Bahnê bêne zêdekirin.
QADÊN PARKÊ JI BO WESAYITÊN TAYBET
Ji bo beşdarên ku wê bi wesayitên taybet tevlî bibin jî qadên parkê hatin diyarkirin. Qadên parkê jî bi vî rengî ne:
– Parka Wesayitan a C1: Am Sonnenblick / 44139 Dortmund
– Parka Wesayitan a D1: Joseph-Scherer-Str. / 44139 Dortmund
– Parka Wesayitan a D2: Maurice-Vast-Str. / 44139 Dortmund
– Parka Wesayitan a F2: An der Buschmühle / 44139 Dortmund
– Parka Wesayitan a Luftbad: Strobelallee 54 / 44139 Dortmund
Ji bo komên bi otobusan bên jî li navnîşana C2 Sonnenblick Str. / 44139 Dortmund parkeke cuda hate avakirin.

