Şemî, 13 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Tenêtiya Sedsalî: Nijadperestî, Bîr û Dubendiya Civakî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li çar bajaran çalakî lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên nexweş Yavuz û Koçak bila bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna Kurdan li hemû cîhanê deng vedaye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Veysel Guney hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozel, Davutoglu û Babacan ji konferansê re peyam şandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Herêma Kurdistanê krîza hikûmetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YRK’ê daxuyaniya li ser tevgera hêzên Îranê ya li Merîwanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li zozanên Elkê leşker û cerdevanan êriş birin ser koçeran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Divê Rêber Apo azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Hêvî jî çareserî jî Birêz Ocalan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qûştepeyê bi du dronan êrîşî depoyeke dexlûdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Colemêrgê li dijî tundiya mêr banga rêxistinbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê bang kir: Em hemû bibin dengê jinên Afganistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nejala Thamir: Armanca min a sereke çareserkirina pirsgirêkên civakî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Mafê nefeqeyê meseleyeke polîtîk e, ne tenê aborî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karavana Dayikan bi banga aştî û piştevaniyê ji du rêgehan ber bi Berlinê ve bi rê dikeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên li ser girtiyên jin dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê kampanya: Em tifaqa jinê ya herî xurt ava bikin
Jin

Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê kampanya: Em tifaqa jinê ya herî xurt ava bikin

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû starta kampanyaya “Em di jiyana azad û wekhev de bi israr in, em xwe birêxistin dikin” da û got: “Em ê tifaqa jinê ya herî xurt ava bikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû, li navenda giştî ya partiya xwe starta kampanyaya bi sernavê “Em di jiyana azad û wekhev de bi israr in, em xwe birêxistin dikin” bi civîna çapemeniyê da.

Turkoglû, di destpêka axaftina xwe de 33 kesên ku di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê di encama êrişa DAIŞ’ê ya xwekujiyê de hatin qetilkirin bibîranîn û diyar kir ku dê xeyalên ciwanan nîvco nehêlin.

Turkoglû, 12’emîn salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir û got: “Gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava aştiyê de dijîn. Ev model wan bi rê ve dibe. Tirkiye li şûna ku Şoreşa Gelên Rojava bi aştiyane pêşwazî bike hewl dide ku têk bibe. Em baş dizanin ku desthilata AKP’ê û MHP’ê ku polîtîkaya xwe ya 12 salan a dijminatiya li dijî Rojava ava kiriye, îro dixwaze bidomîne. Hewldanên asayîbûnê bi Sûriyeyê re dixwaze pêş bixe. Em baş dizanin ku li vir mijara bazariyê kurd e û şoreşa jinê ya ku gelê kurd li wir afirandiye.”

Turkoglûyê bal kişand ser rewşa Herêma Kurdistanê û wiha axivî: “Li vir dagirkirinek heye. Ji ber êrişan gund hatin valakirin û welatiyan gundê xwe valakirin. Divê demildest ev êriş bên rawestandin.”

Turkoglûyê, diyar kir ku di nava 6 mehên dawiyê de 205 jin ji hêla mêran ve hatin qetilkirin û wiha domand: “Lê li şuna ku desthilat li dijî qetilkirina jinan raweste hewl dide ku malbatibûnê bi hêz bike. Sererastkirinên 9’emîn Pakêta Darazê de mijara paşnavê tê wateya serdestiya mêr a li ser jinê. Wê yekê ji xwe wek wezîfeyek dibîne. Ev yek tê vê wateyê ku li malê mêr serdest bin. Malbat li gorî vê yekê bên dizayn bikin. Jin dê di rewşa duyemîn de bin.”

Turkoglûyê, di berdewama axaftina xwe de wiha behsa kampanyaya nû kir: “Em ê bi vê kampanyayê jinên Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cihanê bînin cem hev. Dê li dijî şer tifaqa herî mezin ava bikin. Tevgera Jinên Kurd, Tevgera Jinên Tirk û femînistan dê bi têkoşîneke hevpar li dijî rejîma qeyûmê têbikoşin û rejîmê têk bibin. Dê rê nedin polîtîkayên xespkirina destkeftiyên jinan. Jehrkuja faşîzmê têkoşîna jinê ye û piştevaniya jinê ye. Em ê li her bajarî li dijî qeyûm û şer, bi rêxistinî têbikoşin û çalakiyên xwe mezin bikin.”  

Turkoglûyê, daxuyand ku di şaredariyên ku desthilat hewl dide xesp bike dê bi feraseta “hilberîn û birêvebirinê” û pergala hevserokatiyê polîtîkayên aborî yên civakî bixin meriyetê û got: “Ji bo jiyaneke bi rûmet, azad û wekhev û her wiha li dijî xizaniyê em ê li bajaran hevdîtinan pêk bînin.”

Turkoglûyê, di axaftina xwe de wiha behsa polîtîkayên şerê taybet kir: “Li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet di serî de jinên kurd û jinên ciwan ên kurd hedef digire. Tundiya bi unifomayî, hişbir, destdirêjî ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê her roja ku derbas dibe zêde dibe. Desthilata AKP’ê û MHP’ê, têkoşîna jinan, nasnameya jinan û destkeftiyên jinan bi polîtîkayên şerê taybet hedef digire. Em jinên li Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn li dijî polîtîkayên şerê taybet dê li taxan xebatên xwe yên rexistinbûnê mezin bikin. Her wiha em ê polîtîkayên îktîdarê teşhîr bikin û hesabê bipirsin. Her wiha di atolyeyên xweparastinê de em ê xwe bighînin jinên ciwan û em ê rê nedin qetilkirin û bikaranîna hişbirê.”

Turkoglûyê, bal kişand ser rêgeza pergala hevserokatiyê, temsîliyeta wekhev û esaskirina gotina jinan û got: “Deskêftiyên jinan her roja ku derbas dibe mezin dibin. Em dizanin ku ev têkoşîn li her derê li dijî serdestiya mêr rêya berxwedanê nîşan da ye. Dema ku em di nava xwe de bi têgihiştinên serdest ên mêr re têdikoşin; meclîsên me yên jinan bi rêxistinbûna xwe ya xweser dibin kirdeya guhertinê. Ji ber vê yekê em ê meclîsên xwe yên jinan hîn xurtir bikin û li cihên ku meclîs tuneye. meclîsên jinan ava bikin.”

Turkoglûyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Armanca kampanyaya me rêxistinbûna jinê ye û dê di konaxa yekem de Konferansa Rêxistinbûna Jinan bê lidarxistin. Ji îro ango ji 20’ê tîrmehê heta 5’ê tebaxê li bajaran, di 23’yê Tebaxê de Komxebata Rêxistinbûna Jinan, li Enqerê jî di 12 -13’yê Îlonê de jî konferansa rêxistinbûna jinan dê bên lidarxistin. Weke Meclîsa Jinan a DEM Partiyê kampanyaya têkoşîn û rêxistinbûnê ya 6 mehan em deklare dikin. Rêxistinbûn, atolye, çalakî, hevdîtin hwd. bi piştevaniya jinan di pêvajoyên polîtik û civakî de hevdîtina li dar bixin.

Bijî piştevaniya jinan, Jin jiyan azad.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ciwanên Başûr: Em li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê û xiyaneta PDK’ê ne
Nûçeya Pişt re Rêveberiya Xweser: Em ê projeya demokratîk a 19’ê Tîrmehê bi ser bixînin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyên şervanên QSD’ê Elî û Zagros hatin veşartin

Cenazeyên şehîdên Berxwedanê şervanên QSD′ê Elî Qamişlo û Zagros Qamişlo li Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan…

Ji aliyê Stêrk TV

Leşkerên Tirk ciwanekî Sûriyeyî qetil kir

Leşkerên Tirk li Serêkaniyê ciwanek qetil kir û yek jî birîndar kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Temellî: Komîsyon divê hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî got, "Divê komîsyona li Meclîsê hevdîtinê bi Birêz Abdullah…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Meşa azadiyê ya 20 salî: Mihrîcana Zîlanê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinên Colemêrgê li dijî tundiya mêr banga rêxistinbûnê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJAR’ê bang kir: Em hemû bibin dengê jinên Afganistanê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Nejala Thamir: Armanca min a sereke çareserkirina pirsgirêkên civakî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?