Karkerên ku serê sibehê li Febrîqeya HABAŞ Demîr Çelîkê dest ji kar berdan, nerazîbûn nîşanî şîrketê dan ku qedexe kir ku karker bi telefona destan bikevin hundirê febrîqeyê. Karkerên ku dest ji kar berdan, li pêşiya febrîqeyê sekinîn.
Di dema çalakiya karkeran de bi biryara Walîtiya Îzmîrê rêyên ber bi febrîqeyê hatin girtin û herêm ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate dorpêçkirin.
Karkeran her wiha nerazîbûn nîşanî biryara ragirtina li malê ya Serokê Desteya Rêveberiyê ya HABAŞ’ê Mehmet Ruştu Başaran dan. Jendermeyan dest li karkeran werdan ku demekê li pêşiya febrîqeyê disekinîn. Li dû destwerdanê karker hatin binçavkirin.

