Ji bo jinên ku ji şerekî rizgar dibe şer bi dawî nabe. Şerê esasî hingî destpê dike. Mafên xwe yên stargeh, aborî, tenduristî û xurekê winda dikin. Ji bo zarokên xwe ewle bike, xwarin û avê peyda bike, li malbata xwe binihêre û debara mala xwe bike gelek ev berpirsyarî hemû dikeve ser milê jinê. Ji wê jî wêdetir koçberî, xizanî û bê ewlehî jinan bi pêlên nû yên tundiyê re rû bi rû dihêle. Li Rojhialta Navîn jin bi dehan sal in li hemberî encamên giran ên hovîtiya şer têkoşîna mayina li jiyanê dimeşînin.
Raporên Yekîneya Jinê ya Neteweyên Yekbûyî (UN Women) û Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) vê tabloya bi şêweyên cuda yên li Fîlîstîn, Yemen, Iraq, Sûriye û Lubnanê radixe pêş çavan.
Li gorî nirxandina herêmî ya Nîsana 2026’an a UNFPA’yê, li van welatan zêdeyî 18 milyon jin û zarokên keç bi rîska zêde ya tundiya zayendiya civakî re rû bi rû ne. Di 12 mehên dawî de ji bo 101 jin û zarokên keç qadên ewlehiyê hatin girtin, fînansmana ji bo xizmetên têkoşîna li dijî tundiyê hatin veqetandin jî di nava du salên dawî de ji sedî 50 kêm bû. Ev dane nîşan dide ku şer derfetên parastina jinê tine dike.
FÎLÎSTÎN: TUNDIYA ZAYENDÎ, ZEWACA BI ZORÊ Û XIZANÎ
Dema ku qala hilweşîn, talan, tundiya psîkolojîk û zayendî, xizanî û koçberiyê tê kirin destpêkê Xeze tê bîra mirovan. Piştî destpêkirina şerê Îsraîl-Hamasê ku 7’ê Cotmeha 2023’an destpê kir, rewş ji bo jinan hîn giran bû. Hilweşîna ku li vê derê bi serê jinan ve hat yek ji mînakên herî giran e ku nîşan dide bê şer çawa li her qada jiyanê ya jinan belav dibe. Her wiha li gel ku salek di ser agirbesta hatiye ragihandin re rederbas bûye rewşa jin û zarokên keç neguheriye.
Li gorî rapora UNFPA’yê ku di 30’ê Cotmeha 2026’an de hate weşandin û li ser daneyên Nîsan-Îlona 2026’an bû, rêjeya malên ku berpirsyariya wan li ser milê jinan hate hiştin, li gorî dema beriya şer ji sedî 11 derbasî ji sedî 25’an bû. Yanî jinên ku hevjînên xwe winda dikin, ji malbatên xwe cuda dibin an jî bi aqûbeta xizmên xwe nizanin, nikarin şînê jî bigirin. Debara malbata xwe û zarokên xwe dikin.
Di analîza tundiya li ser bingeha zayendiya civakî ya çaryeka duyemîn a sala 2026’an de tê gotin ku bûyerên tundiya zayendî ji sedî 61 zêde bûye. Ji van a herî zehmet jî zewaca bi zorê û di temenê zarokatiyê de ye. Li gorî daneyên UNFPA’yê ev rêje li gorî dema Çile-Adarê ji sedî 123 zêde bûye.
Li aliyê din xisara giran a li sîstema tenduristiyê dibe sedem ku jin di pêvajoyên ducanî û zayînê de bi rîskên cidî re rû bi rû bimînin.
Qutbûna ji perwerdeyê gefê li paşeroja zarokên keç dixwe. Zarokên keç ên ji dibistanê dûr dikevin bi xeteriya zewaca zû û mêtingeriya aboriyê re rû bi rû dimînin.
Rapora qadê ya UNFPA’yê meha Tîrmehê weşand, raxist pêş çavan ku ji sedî 92 ê jinan di nava pirsgirêkên giran an jî nîv giran ên psîkolojîk de ne, rêjeya stresa piştî travmayê ji sedî 55 gihîştiye ji sedî 62’an. Her wiha xwegihandina li xizmetên tenduristî, perwerde û parastinê jî li Şerîa Rojava gelekî zehmet e.
YEMEN: QADEKE EWLE NÎNE
Şerê ku li Yemenê zêdeyî deh sal in dewam dike, careke din nîşan dide bê şer çawa hilweşîna aboriyê û krîza mirovî li her qadê belav dike. Şerê ku piştî Hûsiyên bi piştgiriya Îranê di sala 2014’an de paytext Sana bi dest xistin zêde bû, di sala 2015’an de piştî ku koalîsyona bi pêşengiya Erebistana Siûdî tevlî şer bû, veguherî şerekî piralî.
Û encama herî giran a vê tabloyê bi serê jinan ve tê. Di vir de ya herî balkêş jî bêguman astengiya li pêşiya mafê tenduristiyê ye.
Di rapora UNFPA’yê ya 5’ê Cotmehê de hate ragihandin ku jinên ducanî yên ji ber şer neçar man ku ji cih û warê xwe bibin, ji ber nekarîn xwe bigihînin saziyên tenduristiyê yên ewle, di rê de zarokan tînin dinyayê. Li peravê rojava yê Yemenê û ji eniya Taizê zêdeyî 145 hezar mirov ji cih û warê xwe bûn. Di nava van de zêdeyî 3 hezar 200 jinên ducanî hebûn.
Koçberî herî zêde li Yemenê tê dîtin. Ji Tebaxê û vir ve zêdeyî 300 hezar kes ji cih û warê xwe bûn. Di meha Cotmehê de 82 hezar mirov neçar hatin hiştin ku ji warê xwe bibin. Zêdeyî nîvê koçberan jî jin û zarok in. Ji wan jî nêzî 6 hezar û 400 jin ducanî bûn.
Kabûsa ku her roj li vî welatî bi serê jinan ve tê nebûna ewlehiyê ye. Ev jî dibe sedem ku zewaca di zarokatiyê de û bi zorê zêde bibe, zarokên keç nikaribin dibistanê dewam bikin. Malbat jî bi giranî weke ‘rêya rizgariyê’ zarokên xwe dizewicîne. Bi taybetî jinên ku ji aliyê aborî ve bi serê xwe nînin, ji bo debara xwe bikin ber bi zewacê ve têne dehfdan.
SÛRIYE: BI MILYONAN JIN JI CIH Û WARÊ XWE BÛN
Şerê sala 2011’an li Sûriyeyê destpê kir, jiyana jinan bi rêya koçberiya bi zorê, hilweşîna aboriyê, tundiya zayendî û parçebûna malbatê serûbin kir. Jinên xizmên wan bi zorê hatin windakirin an jî bi aqûbeta wan nizane ji aliyekî ve li benda agahiyekê ne, li aliyê din jî neçar dimînin ku debara malbata xwe bikin, zarokên xwe xwedî bike. Jinên ku neçar man ku mala xwe biterikînin bi astengiyên nû yên weke pirsgirêkên stargeh, kar, tenduristî û perwerdeyê rast hatin.
Lê belê piştî ku Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) rêveberî bi dest xist, êriş bir ser gelên Elewî, Durzî, Kurd û gelên din û bi vî rengî krîzeke mirovî rû da. Jinên Elewî, Durzî û Kurd bi revandinê, windakirina bi zorê, tundiya zayendî û gefa kuştinê re rû bi rû man.
Di Adara 2025’an de li herêmên peravî yên Sûriyeyê Elewî, di Tîrmeha 2025’an de li Siwêdayê Durzî li komkujiyan û êrişên herî giran ên rejîma nû rast hatin.
Êrişên revandinê yên li hemberî jinên Elewî bi giranî li Lazkiye û Tartusê rû dan. Li gorî Federasyona Elewî Bektaşî, Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî zêdeyî 100 jin hatin revandin.
Li Lazkiye, Tartus, Hums û Hamayê li 40 cihên cuda herî kêm hezar û 500 Elewî hatin qetilkirin. Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku bi sedan jin hatin kuştin.
Şerê Tîrmeha 2025’an ên li Siwêdayê ji bo jinên Druzî veguherîn pêleke nû ya tundiyê. Pisporên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî di 21’ê Tebaxa 2025’an de daxuyanî dan û diyar kirin ku herî kêm 105 jin û zarokên keç ên Durzî hatin revandin, ji sedî 80 aqûbeta wan nayê zanîn. Hate ragihandin ku hin jin li destavêtinê rast hatin û hatin kuştin.
LUBNAN: JINÊN DI BIN SIYA ŞERÊ HÎZBÛLLAH-ÎSRAÎLÊ
Li Lubnanê hilweşîna mirovî ya ku jin lê rast hatin, meha Adarê bi jinûve destpêkirina şerê navbera Îsraîl-Hîzbûllahê girantir bû. Ji ber êrişên herdu aliyan bi taybetî li banliyoyên Başûrê Lubnanê, Geliyê Bekaa û başûrê Beyrûdê bi sed hezarn mirov neçar man ku cih û warê xwe biterikînin.
Di dema navbera 2’ê Adarê-14’ê Hezîranê de li Lubnanê herî kêm 3 hezar 783 kesî jiyana xwe ji dest dan, 11 hezar 699 kes jî birîndar bûn. Ji kesên jiyana xwe ji dest dan 363 jê jin, 247 jê jî zarok bûn.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî ji ber şer nêzî 620 hezar jin û zarokên keç ji cih û warê xwe bûn. Ji wan 16 hezar jinên ducanî bûn. Her wiha zêdeyî hezar 450 jin û hezar 36 zarok birîndar bûn.

