Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di çarçoveya kampanyaya “Ji bo Ked, Aştî û Edaletê Budçe” de, li navçeya Qoser a Mêrdînê bi hilberîneran re civiya. Tulay Hatîmogûllari guhdarî daxwazên gel kir û piştre piştgirî da cotkarên ku bi traktorên xwe zaman protesto dikin.

Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku cotkar ji ber maliyetên hilberînê di nava zehmetiyê de ne û bal kişand ser pirsgirêkên avdanê, qutbûna elektrîkê û zêdebûna fiyatên mazotê.
Tulay Hatîmogûllari got, bi taybetî hilberînerên li herêmên Mêrdîn û Amedê ji ber fatûrayên elektrîkê yên DEDAŞ’ê û qutbûnên demdirêj mexdûr in.

Tulay Hatîmogûllari xwest ku ji mazotê OTV û KDV bê rakirin, di hilberîna çandiniyê de elektrîk were sivikkirin û barê bacê yê li ser cotkaran were rakirin.
Her wiha bang hate kirin ku faîzên deynên cotkaran bên jêbirin.
Tulay Hatîmogûllari nerazîbûn nîşanî budçeya 2027’an jî da û got, destekên çandiniyê netêrker in.

Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku divê hilberîna çandiniyê were destekkirin û got, “Hûn ne bi tenê ne. Em bêhêvî nebin. DEM Partî têkoşîna aştiyê dimeşîne û di heman demê de wê mafên karker, kedkar û esnafan jî heta dawî biparêze. Weke DEM Partî em ji bo rêveberiya vî welatî talîb in. Em ji bo çareserkirina pirsgirêkên cotkaran talîb in. Em talîbê rêveberiya vî welatî ne.”

