Polîsên Elman roja duşemê daxuyanî da û ragihand ku li seranserî welêt gefên bombeyê li dibistanan hatiye xwarin.
Hate diyarkirin ku li eyaleta Baden-Wurttemberg a li başûrêrojava peyama gefê ji zêdeyî 450 dibistanan re hate şandin û li eyaletên Thuringen û Rheinland-Pfalz jî gelek dibistan rastî îxbarên heman hatin.
Polîsên Rheinland-Pfalz ragihand ku di e-postayan de kesên nasnameya wan nehatine diyarkirin, gef xwarine ku li avahiyên dibistanan teqemenî bi cih kirine.
Rayedaran diyar kir ku heta niha îxbaran îşaret bi xeteriyeke cidî nekiriye û bang li dibistanan kir ku aram bin û têkildarî gefên nû polîsan agahdar bikin.

