Serokdewletê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy roja Duşemê bi daxuyaniyekê got, êrişên li ser 2 keştiyên Rus ên li peravên Libyayê ji aliyê hêzên Ukraynayê ve hatiye kirin.
Zelenskiy li ser hesabê xwe yê X’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku di operasyonê de 7 droneyên deryayî yên ji aliyê Ukraynayê ve hatine çêkirin hatin bikaranîn. Her wiha diyar kir ku di encamê de korveta Rus Merkury hatiye binavkirin û li keştiyeke bar a Rus a bi navê MV Angara hatiye xistin.
Servîsa Ewlekariyê ya Ukraynayê (SBU) îdîa kir ku keştiyên bûn hedefa êrişê yekser tevkarî li kapasîsteya şer a Rusyayê dikirin, lewma hedefên leşkerî yên rewa bûn. Zelenskiy operasyon weke bersiva li êrişên Rusyayê pênase kir.
Rayedarên li rojhilatê Libyayê roja Yekşemê diyar kiribûn ku li Bendergeha Bingaziyê keştiyeke Rus, piştî çend saetan jî li peravên bajêr keştiyeke din bû hedef.
Neteweyên Yekbûyî piştî êrişê bêyî ku işaretê bi berpirsyaran bike, daxwaza vekirina lêpirsîneke têkildarî bûyeran kir.

