Duşem, 23 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 23’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiya nexweş Evîn Zapsû: Em ji pêvajoyê bawer dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên cotkaran em talîbê rêveberiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda li pêşiya Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 6’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konferansa YCK-KURD Çukurovayê de banga ji bo rêxistinbûn û jiyana komînal

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG: Em şehîdên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê bi hurmet bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê semînerên 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi avabûna PKK’ê re gelê Kurd hebûna xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Awdananê Hazim Haşîmî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê herêma Serçûrî ya Merîwanê bombebaran kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê mêr li dijî tundiya li jinê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li ser daxwaza keça xwe beriya 22 salan tevlî nava têkoşîna aştiyê bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şukran Demir: Li dijî şer û tundiyê gotinek me heye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Oduncu: Di avakirina aştiyê de divê gotin û îradeya jinê hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgîz Mihemedî banga parastina jinan li dijî gefên sîber kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd: Em ê di civakîbûna aştiyê de bibin xwedî gotin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga jinan a ji bo 25’ê Mijdarê: Piştevanî dide jiyîn, têkoşîn azad dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ayten Kordu: Şer bi destê mêr û dewletê, aştî jî bi destê jinê ava dibe
Rojane

Ayten Kordu: Şer bi destê mêr û dewletê, aştî jî bi destê jinê ava dibe

Parlamentera Dersimê ya DEM Partiyê Ayten Kordu bal kişand ser girîngiya dîrokî ya têkoşîna jinê û got, "Şer bi destê mêr û dewletan destpê kir, lê aştî wê bi destê jinan bê."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Parlamentera DEM Partiyê ya Dersimê Ayten Kordu Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û 25’ê Mijdarê ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku têkoşîna li hemberî tundiya li jinê tenê bi 25’ê Mijdarê sînordar nîne, tevgera jinên Kurd û tevgerên jinan ên li Tirkiyeyê salên dûr û dirêj e li dijî tundî, komkujî, destdirêjî, destavêtin, mêtingerî û polîtîkayên înkarê têdikoşin.

https://video.anf-news2.com/live/firat/3a9a9323_20261119095648_2026-11-22-habermerkezi-ayten-kordu-dem-parti-dersim-milletvekili-25-kasim-degerlendirme-1.mp4

Ayten Kordu anî ziman ku li her devera Tirkiyeyê jin li hemberî tundî û komkujiyan têdikoşin û li Kurdistanê jî salên dûr û dirêj e polîtîkayên şerê taybet tê meşandin.

Di têkoşîna li dijî tundiyê de jî Ayten Kordu ragihand ku jinan ti carî dest ji rêxistinbûnê bernedan, komele û kooperatîfên jinan ava kirin, lê belê ev rêxistinî gelek caran hatin girtin.

‘ŞER BI DESTÊ MÊR Û DEWLETÊ, AŞTÎ JÎ BI DESTÊ JINÊ AVA DIBE’

Parlamentera Dersimê destnîşan kir ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de divê jin bi roleke pêşeng rabin û bi bîr xist ku têkoşîna jinê ji têkoşîna aştiyê cuda nikare bê nirxandin.

Ayten Kordu anî ziman ku polîtîkayên înkarê yên sed salî tevgereke azadiyê ya mezin û têkoşîneke jinê bi xwe re anî û got, “Şer bi destê mêr û dewletan hate destpêkirin. Lê belê aştî wê bi destê jinan pêk were.”

Ji bo pêkanîna aştiyê jî destnîşan kir ku divê feraseta navendîperestî û mîlîtarîst bê terikandin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Me got ku divê li vî welatî rijandina xwînê bi dawî bibe, aştî pêk were, mejiyê navendîperestî û mîlîtarîst bê terikandin. Me ragihand ku ev yek bi aqlê serweriya mêr ve girêdayî ye, yekser ew aqil bi xwe ye. Lewma her têkoşîna jinê ya ku em dimeşînin têkoşîneke ku gaveke din me nêzî aştiyê dike.”

‘KOMKUJIYÊN LI HEMBERÎ JINAN POLÎTÎK E’

Ayten Kordu diyar kir ku rêxistiniya jinan tê wateya têkoşîna li dijî komkujî, destavêtin, destdirêjî û mirina bi guman a jinan û got, dadgerî jî ji sîstema bi serweriya mêr cuda nîne.

Parlamentera Dersimê destnîşan kir ku kuştina jinan nabe ku weke bûyerên yekane bêne nirxandin û got, li pişt van kuştinan polîtîkayên bi rêk û pêk hene. Ayten Kordû got, “Komkujiyên li hemberî jinan têne kirin polîtîk in. Ji ber ku ev hemû polîtîkayên sîstematîk û bi zanebûn ên li ser zemîneke polîtîk têne kirin.”

’25’Ê MIJDARÊ EW ROJ E KU EM BIRYARDARIYA XWE YA TÊKOŞÎNÊ NÎŞAN DIDIN’

Ayten Kordu bi bîr xist ku 25’ê Mijdarê rojeke ku têkoşîn û berxwedana Xwişkên Mirabel diyarî tevahiya jinan kiriye û têkoşîna jinan li gelek deverên cîhanê tecrûbeyên têkoşîn û berxwedanê yên nû afirandiye.

Parlamenter Ayten Kordu diyar kir ku têkoşîna jinê demdirêj e, guhertina zîhniyeta bi serweriya mêr hêsan nîne û destketiyên heta niha hatine bidestxistin encama berdêl û têkoşîneke mezin e.

Ayten Kordu got, “Jiyaneke bedew, bi rûmet û dûrî ji tundiyê ji bo her kesî bi taybetî jî ji bo jinan pêkan e. Di rojeke bi vî rengî de em hîn bêhtir dadikevin qadan û biryardariya xwe ya têkoşînê nîşan didin. Ji ber ku têkoşîna me ne tenê wê rojê ye. Lê ev roj rojeke welê ye ku em biryardariya xwe ya têkoşînê nîşan didin.”

Ayten Kordu destnîşan kir ku jin wê li dijî dewletan, zîhniyeta bi serweriya mêr û newekheviya li her qada jiyanê wê têkoşîna we dewam bikin.

GIRÎNGIYA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO

Ayten Kordu bal kişand ser tecrûbeya dîrokî ya tevgera jinên Kurd û perspektîfa azadiya jinê ya Rêber Apo û bi bîr xist ku têkoşîna jinê bi roleke pêşengiyê rabû.

Ayten Kordu destnîşan kir ku di fikrê bingehîn ê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de nêrîna jinê heye û got, “Eger tevgera azadiyê gihîştibe vê astê, ev yek bi pêşengiya têkoşîna jinê, fikir û perspektîfa wê pêk hatiye. Me hemûyan xwe jî wî rehê têkoşîna jinê xwedî kir. Me hemûyan ji wê derê li jiyana xwe nihêrîn, xwe xist ber lêpirsînê. Li ser wê zemînê nasnameya xwe nas kir, baweriya xwe nas kir, nasnameya xwe ya zayendî nas kir, xwe xist ber lêpirsînê û têkoşîna xwe bilind kir.”

Ayten Kordu diyar kir ku tevgera jinê xwedî tecrûbeyên girîng ên danheviyên dîrokî ye û destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.

Parlamentera Dersimê diyar kir ku Rêber Apo di mijara azadiya jinê de xwedî perspektîfên girîng û manîfestoyê ye û gotina “Li cîhaneke ku jin jiyanê ava nekin, azadî û wekhevî nepêkan e” ya Rêber Apo bi bîr xist.

Ayten Kordu got, divê êdî zemîneke welê bê afirandin ku Rêber Apo karibe xwe bigihîne hemû beşên civakê, jinan, bi wan re nîqaş bike û destnîşan kir ku ji bo pêkhatina vê yekê ew têdikoşin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG: Em şehîdên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê bi hurmet bi bîr tînin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jinên ji Rihayê: Navnîşana aştiyê Rêber Apo ye

Jinên ji Rihayê ku tevlî Meşa Azadiyê bûn, diyar kirin ku ji bo aştiyê ew…

Ji aliyê Stêrk TV

Foza Yusif: Divê gel ji îhtîmalan re amade be

Endama Desteya Serokatiya PYDˊê Foza Yûsif bang li hêzên Kurdistanî kir ku li hember xeteriya…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamevan Samî Yilmaz hate binçavkirin

Rojnamevan Samî Yilmaz li Mersînê di serdegirtina malê de hate binçavkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li ser daxwaza keça xwe beriya 22 salan tevlî nava têkoşîna aştiyê bû

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Zeynep Oduncu: Di avakirina aştiyê de divê gotin û îradeya jinê hebe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 23’Ê MIJDARA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rejîma Îranê li Awdananê Hazim Haşîmî binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?