TUHAY-DER’ê bi armanca ku balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş li Riha, Mêrdîn, Şirnex, Bedlîs, Mersîn, Adana, Amed, Sêrt, Êlih, Colemêrg û Wanê çalakî li dar xistin.
Xizmên girtiyan û Dayikên Aşitiyê di çalakiyan de axivîn û diyar kirin ku girtiyên gelekî nexweş û yên temenmezin nikarin tedawî bibin, tehliyeya wan tê taloqkirin û anîn ziman ku ew naxwazin ji girtîgehan cenazeyan bistînin. Dayîkan destnîşan kirin ku ji bo pêşketina pêvajoya aşitiyê di serî de girtiyên nexweş divê hemû girtiyên siyasî werin berdan.
Dayika Aşitiyê Meyaser Korkmaz di çalakiya li Rihayê de axivî û diyar kir ku divê pêngavên li gorî ruhê pêvajoyê werin avêtin û daxwaza azadiya Rêber Apo û hemû girtiyan kir.
Li Mêrdînê jî Hezar Dolaşir daxwaz kir ku deriyên girtîgehan vebin û got ku ew naxwazin cenazeyên zarokên xwe ji girtîgehan bistînin.
Dayîkan di çalakiya li Şirnexê de jî anîn ziman ku li hemberî pêngavê ku aliyê Kurdan avêtine divê dewlet jî pêngavên şênber biavêje.
Li Amedê jî Dayîkên Aşitiyê û endamên MEBYA-DER’ê xwestin bi Serokatiya Bajêr a AKP’ê re hevdîtinekê bikin lê belê bi astengkirina polîsan re rû bi rû man. Piştre nûnerên AKP’ê dan zanîn ku ew ê daxwazên têkildarî girtiyên nexweş ragihînin navenda giştî û ew ê seredana komeleyê bikin. Dayîka Aşitiyê Hanîfe Akpolat ji bo tehliyekirina girtiyên nexweş banga kirina sererastkirina qanûnî kir.
Di çalakiyên li Mersîn, Adana, Bedlîs, Sêrt, Êlih, Colemêrg û Wanê jî mafên tedawî û tehliyekirinê yên girtiyên nexweş derket pêş.
Çalakî li gel berzkirina dirûşmeyên ku azadiya girtiyên nexweş daxwaz dikin, bi dawî bûn.

