Daîreya 16’emîn a Dadgeha Îstînafê ya Parêzgeha Qumê ya Îranê îtîraza li dijî biryara derbarê stranbêj Perestû Ehmedî de hatibû dayîn, red kir. Bi vê yekê cezayê ku ji aliyê dadgeha li parêzgehê ve hatibû dayîn teqez bû.
Perestû Ehmedî û 4 kesên ji ekîba wê ya produksiyonê, bi îdiaya ku li ser înternetê “Li dijî exlaqê û mustehcenî dîmen kişandine û weşandine” her yek bi cezayê 74 qamçiyan hatin cezakirin.
Li gorî nûçeya malpera Emtedadê ku xwe dispêre parêzer Mistefa Nîlî her wiha ji bo her pênc kesan 2 sal qedexeya çalakiyên hunerî û muzîkê û qedexeya geştê hat ragihandin.
Hat diyarkirin ku doz piştî dîmenê muzîkê ya ku di Kanûna 2024’an de li ser YouTubeê hatibû weşandin, hatiye vekirin. Di dîmen de Perestû Ehmedî li bajarê Qumê yê li başûrê Tehranê ye, ligel ekîbeke ku ji muzîkjenên mêr pêk dihat, derketibû ser dikê.
Piştî weşandina konserê, derbarê Perestû Ehmedî û endamên din ên ekîba wê de lêpirsîn hatibû destpêkirin û doz hatibû vekirin. Dadgeriya Îranê tomarkirin û weşandina vê performansê wekî “li dijî exlaqê giştî û rêgezên olî” nirxand.
Li gorî biryara dadgehê Perestû Ehmedî ji bilî cezayê 74 qamçiyan, wê du salan nikaribe çalakiyên hunerî pêk bîne û nikare derkeve derveyî Îranê.
Parêzerên Perestû Ehmedî îtirazî biryarê kirin.

