Şemî, 11 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çek hatin şewitandin, dewletê gav neavêt

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 11’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbestvan Ahmet Tellî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê Ûçar: Divê dewlet di pêvajoya aştiyê de tercîha xwe bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nafî Ergun piştî 30 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê zarokekî Kurd qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Elmanya ji beregeha xwe ya leşkerî ya li Hewlêrê vedikişe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Rêveberiya Tevgerê di salvegera merasîma şewitandina çekan de daxuyaniya girîng

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ez dayika Serok im, dayika Kurdistanê me’ jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdana taziyeya gerîlayê YRK’ê Halîl Çîçek hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê hewldaneke girîng: Konferansa ‘Entegrasyona Demokratîk’ tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandarê YRK’ê: Em ji bo avakirina artêş û fermandariya hevpar a Kurdî amade ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Wanê di du salên dawîn de 25 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dane

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglu: Ji bo Konferansa Navendî ya Jinan me dest bi amadekariyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Avakirina welatekî demokratîk bi beşdariya jinan dest pê dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê ji ber koça dawî ya Selvî Tepe sersaxî xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hollanda tundiya psîkolojîk û kontrola bi zorê wê weke sûc bibîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêwregê meşa li dijî êrîşa zayendî ya li ser jinan: Bersûc bên darizandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Çalakiya li dijî desteserkirina vînê: Gelê Wanê ji bo vîna xwe destanê dinivîsîne
Kurdistan

Çalakiya li dijî desteserkirina vînê: Gelê Wanê ji bo vîna xwe destanê dinivîsîne

Li Wanê careke din desteserkirina vînê hate protestokirin. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di çalakiyê de axivî û got, “Gelê Wanê ji bo vîna xwe destanê dinivîsîne. Divê hemû gelên Tirkiyeyê peyama gelê Wanê baş fêm bikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Sibat 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PartÎ) û Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li pêşiya Wan MALL Wan’ê daxuyanî hate dayin. Bi beşdariya Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan daxuyanî hate dayin û gelek nûnerên partiyên siyasî û welatî jî tevlî bûn. Girseyê gelek caran dirûşma “Qeyûmê diz ji Kurdistanê bicehime”, “Gelê Wanê li vir e li cem îradeya xwe ye” û “Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal rûmeta me ne” berz kir. 

Parêzer û Hevserokê DBP’a Wanê Cemal Demîr ewil axivî û wiha got: “Dayiken Aştiyê û bi rûmet, di 11’ê Sibatê de 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê li dijî qanûnê ceza li hevşaredarê me yê Wanê birî. Bi vê yekê rêya qeyûm vekirin. Em her dem dibêjin; dadgeha ku biryar da ne dadgeh bû. Berê biryara xwe dabûn. Maskeya dadgeriyê xistin rûyê xwe. Di esasê xwe de ew ne dadger in. Ew karmendên desthilatê ne. Desthilat çi bibêje ew li gorî wê biryarê didin. Ji 11’ê mehê û şûnde gel li vîna xwe xwedî derket. Birêz Abdullah Zeydan gotibû ‘Vîna mirovan rûmeta mirovan e.’ Vîna gelê me rûmeta me ye. Em ê li her derê û her dem biparêzin. Em dibînin ku îro ji her derê polîs anîne Wanê û bajar dagir kirine. Şaredarî dagir kirine. Ev li dijî hiqûq û mirovahiyê ye. Ev ne zagonî ye. 

 ‘GELÊ ME TU CARÎ RADEST NABE’

Gel û ciwanên me dirûşmên herî rewa berz bikin jî wekî tawanbarî qebûl dikin. Ciwanên me rastî tundî û êşkenceya polîsan tên. Ciwan dibêjin ‘Berxwedan jiyan e, qeyûm talan e.’ Em jî her dem û li her derê dibêjin Qeyûm talan e û berxwedan jiyan e. Di vê berxwedanê de em dibîn ku polîs êrişî ciwanên me dikin û îşkence li wan dikin. Heta niha polîsan zêdetirî 400 kes binçav kirin. Zêdetirî 90 kes rastî îşkenceya polîsan hatin. Ji wan nêzî 56 kes zarok in. Zêdetirî 40 kes girtin û şandin zindanan. ÎHD, OHD, TÎHV û Baro dê encama van êşkence, girtin û binçavkirinan bi raya giştî re parve bike. Gelê me tu carî radest nabe. Dê roj bê ew ê xwe bispêrin merhameta gelê me. Dê roj bê ev kesên neheqiyê dikin dê xwe bispêrin edaleta gelê me.”

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî di daxuyaniyê de wiha got: “Ev salek e hûn li ser piyan in. Salek e hûn dîrokê dinivîsin. Hûn dîroka berxwedana xwedîderketina vîna gel dinivîsin. Ev ne tenê xwedîderketina gelê Wanê ye. Ev kesên îro qala sindoqan û rewabûna vîna gel dikin, divê baş li Wanê binêrin. Divê baş li vê berxwedanê binêrin. Me wekî gelê Kurd gelek tişt dîtin. Em hema wisa ji rêzê nabêjin ‘Berxwedan jiyan e, qeyûm talan e.’ Ji bo me her dem û her der bûye berxwedan. Afirandin ne tiştekî hêsan e. Em dixwazin jiyanek nû biafirînin. Em dixwazin aştî û lihevhatinek mezin bidin destpêkirin. Em dixwazin wekî gelê Kurd bibin pêşengê vê lihevhatinê. Bibin pêşengê vê aştiya bi rûmet û mayinde. Lewra îro sekna we ne tenê sekna Wanê ye. Gelê Tirkiyeyê divê peyama Wanê baş bibihîze. Bi rêya qeyûman dixwazin li Wanê talanê pêş bixin. Berê jî me gotibû ev qeyûm ne tesadûfî ye. Ji dîrokê heta niha li ser gelê Kurd serdestî û zordestî hemû polîtikayên înkar û îmhayê herî zêde li ser gelê Kurd pêş ketiye. Hemû tiştên înkar û îmhayê, sirgûnkirin û girtinê bêtir li ser gelê Kurd pêş ketiye. 

 ‘EM LI HÊVIYA BANGA RÊZDAR ABDULLAH OCALAN IN’

Heke li welatekî zilm hebe, gelek tune bê hesibandin, gelek bindest be, ev gel li vî welatî ne azad e. Heke gelê Kurd xwe wekî hemwelatî nikaribe bihesibîne, sedema vê yekê polîtîkayên dewletê ne. Îro em dixwazin li vê kolanê bi awayekî demokratîk dengê xwe bilind bikin. Hûn bi rojan li vir in. We gelek sir û seqem, ba û bahoz dît. Lê we dîsa dest ji têkoşînê berneda. Em îro dixwazin bi hevre peymaneke nû li vî welatî çekin. Em dixwazin bi gel û baweriyên din re peymaneke nû çêbikin. Em dixwazin bi nasnameyên ku heta îro li ser vê axê tune hatine hesisandin re çüêkin. Em li heviya banga Rêzdar Abdullah Ocalan in. 

Em çima ji birêz Ocalan bawer in? Ji ber ku em dizanin. Me ceribandiye. Me di dîrokê de jî dîtiye. Herî kêm 30 sal in gelê Kurd û rêzdar Abdullah Ocalan jiyanek mayinde û bi serbilindî dixwazin. Dixwazin şer bi dawî bibe. Divê ev şer bi awayekî xelas bibe ku ev lihevhatina civakî bibe lihevhatina salane. Sed salên ku hatine windakirin, divê cereke din neyê windakirin. Ji ber vê yekê ev qonax gelek girîng e. Divê em bi hevî û em bi coş bin. Divê me ji xwe bawer bin. 

‘DIVÊ EM DEST JI BERXWEDANÊ BERNEDIN’

Baweriyên xwe neşkînin. Bi qeyûman nikarin baweriya me bişkînin. Wan ya me ye. Gelê Wanê beriya hilbijartinê digot dê her 14 şaredariyan bi dest bixin. We bi dest xist. Desthilatê 3 caran ev yek ceribandin lê encam negirtin. Vîna gel bi ser her tiştî re ye. Hêza herî mezin e. Tu hiqûq û bawerî nikare vîna gel bi vî rengî înkar bike. Divê em dest ji berxwedanê bernedin. Divê em ji xwe bawer bin. Em ê bêtir xwedî derkevin û bêtir xwe bi rêxistin bikin. Em ê li hebûna gelan xwedî derkevin.  

Serokkomar îro got ‘îtîbara sindoqan her tişt e û divê bên parastin.’ Lê sindoqên li Wanê hatin danîn û gelê wanê dengê xwe dan, îro vîna wan tune tê hesibandin. Îro îtîbara gelê Wanê nayê parastin. Kesên li erdnîgariya Kurdistanê deng dane hûn dengê wan û vîna wan înkar dikin. Li tevahiya Tirkiyeyê li tu bajarî wekî bajarê Wanê vînek wisa xurt derneketiye. Ev dîrok e. Dewletê bi hemû derfetên xwe seferber kir. Lê dîsa nekaribû şaredariyê bi dest bixe. Em bawer in gelê Wanê dê li vîna xwe xwedî derkeve. Kesên dixwazin bi girtin, binçavkirinê çareser bikin, derê wan ne çareserî ye. Lîstikên wan ên biçûk dê encam negirin. Gelê Kurd tê bi têkoşîna xwe lîstikên wan pûç bikin. Kesên em bi hevre rê diçin kezaba tevan şewitî ye. Îro kesên ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşin nikarin azad xwe bi rêxistin bikin. Nikarin azad xwe bi rêve bibin. Ev meseleya welatekî û Tirkiyeyê ye. Divê ev mesele çareser bibe. Ev mesele çareser nebe, em ê nikaribin rê li pêşiya qeyûman bigirin. Dê qeyûm li hemû bajarên Tirkiyeyê belav bibin. Divê hemû kesên xwe wekî parezvanên mafên mirovan bibîne, bibin yek û têbikoşin. Em ji we bawer in.”

Piştî daxuyaniyê, girse heta avahiya DBP’a Wanê meşiya. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Abdullah Zeydan rûmeta me ye” û “Neslîhan Şedal rûmeta me ye” hatin berzkirin. 

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Derbarê Serokê TUSIAD’ê Orhan Turan de lêpirsîn hat destpêkirin
Nûçeya Pişt re Koma nobedarên Tişrînê bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di Roja Zimanê Dayikê de êrîşên li ser Kurdî hatin şermezarkirin

Di çalakiyên Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdî…

Ji aliyê Stêrk TV

Şandeya Îmraliyê piştî hevdîtina bi Rêber Apo re daxuyanî da

Şandeya Îmraliyê ya ku bi Rêber Apo re hevdîtin kir, wiha got: “Birêz Ocalan destnîşan…

Ji aliyê Stêrk TV

Karwana Dayikan bi du baskan ve bi rê ketin

Karwana Dayikan a ji bo xurtkirina hevgirtina bi Rojava re û daxwaza jinan a aştiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Elmanya ji beregeha xwe ya leşkerî ya li Hewlêrê vedikişe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji Rêveberiya Tevgerê di salvegera merasîma şewitandina çekan de daxuyaniya girîng

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Ez dayika Serok im, dayika Kurdistanê me’ jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Serdana taziyeya gerîlayê YRK’ê Halîl Çîçek hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?