Destûr nehate dayîn ku Aydin Altig ê ku 30 sal in girtî ye, tevlî taziyeya bavê xwe bibe. Serlêdana Altig a ji bo taziyeya bavê xwe, bi hinceta nehate qebûlkirin.
Aydin Altig ê ku di 17 saliya xwe de li Mêrsînê hate girtin, rastî êşkenceyên giran hat. Ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Edenê ve cezayê muebetê li Altig hate birîn.
Altig bi rêzê ve li girtîgehên Erzirom, Amed, Çankiri, Çanakalê, Edene û Kirşehîrê hat girtin.
Tahliyeya Altig ê ku di 3’ê Sibatê de cezayê xwe yê girtîgehê temam kir, ji aliyê Lîjneya Îdare û Çavdêriyê ve bi hinceta “ji sûcê xwe ne poşman e” 6 meh hate taloqkirin. Tahliyeya Altig di 3’ê Tebaxê de cara duyemîn ji aliyê Lîjneya Îdare û Çavdêriyê vr hate taloqkirin.

