Sêşem, 24 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Desthilat ji mirina girtiyên nexweş berpirsiyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê di roja 8’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Demîrtaş: Qonaxa ku em lê ne dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Edalet û Hurmet ji bo Miriyan: Bila derbarê hestiyên li Farqînê lêpirsîn bê destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    NYT: Di şerê Ukraynayê de zêdeyî 700 hezar leşkerên Rusyayê hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sabahattin Tekin ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê hate pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PDK û YNK: Destkeftiyên Herêmê xeta me ya sor e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê meşa 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mesrûr Barzanî: Biryarên Serokwezîrê Iraqê nayên qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê 3 gorên komî hatin tespîtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bexdayê biryar da ku mudaxileyî deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê û qadên petrolê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    43 roj in bersiva serlêdana ji bo taloqkirina înfaza nexweşa losemî nehatiye dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Binarê Qendîlê bi boneya 25’ê Mijdarê çalakiya girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sineyê zarokek keç ji aliyê bavê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star: Bi hişmendiya 25’ê Mijdarê têkoşîn kirin, berpirsyariyeke dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Jin wê azad bibin, civak wê azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DAKB’ê banga 25’ê Mijdarê: Jin azad nabe civak nabe xwedî siberoj

    Ji aliyê Stêrk TV

    NY: Sala 2025’an 47 hezar jin û zarokên keç ji aliyê xizmên xwe ve hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Ji NADA’yê banga 25’ê Mijdarê: Bêyî azadiya jinan aştî ne pêkan e
Jin

Ji NADA’yê banga 25’ê Mijdarê: Bêyî azadiya jinan aştî ne pêkan e

Hevbendiya Demokratîk a Jinan a Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê (NADA) ji bo bidawîkirina tundiya li dijî jinan û betalkirina qanûnên cûdekariyê banga têkoşîna hevpar kir û got: "Bêyî azadiya jinan aştî ne pêkan e, bêyî wekheviyê demokrasî nabe.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Hevbendiya Demokratîk a Jinan a Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê (NADA) bi boneya 25‘ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Tundiya Li Ser Jinan daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji jinên cîhanê re, ji têkoşer û parêzvanên azadî, demokrasî û edaletê re:

Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê tê, lê bi mîlyonan jin û keç li cîhanê bi cûreyên tundî, cudakarî û dûrxistinê re rû bi rû ne. Destkeftiyên ku tevgera jinan bi salan  bi dest xistine rastî hewldanên biçûkxistin an jî lawazkirinê tên.

Di vê rojê de, em Hevbendiya Demokratîk a Jinan a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) tevahî jinên ku ji ber helwest û têkoşîna xwe ya ji bo azadî, rûmeta mirovahiyê û wekheviyê canê xwe kirine bedel, bi bîr tînin. Em soza domandina têkoşînê li hemberî siyasetên ku tundiyê pêş dixin meşrû dikin û sûcdaran ji cezayan difilitînin, nû dikin.

Tundiya li dijî jinan ne bûyereke takekesî ye, ne jî mijareke taybete û ne jî qedereke, lê belê berhema pergaleke hegemon û cudakariyê ye ku ji avahiyên fikirî, koledarî, çanda baviksalarî, desthilatdariya siyasî, ola tundraw, qanûnên cudakar, şer û pevçûnên çekdarî xwe xwedî dike. Tundî binpêkirina mafên mirovan e, sûceke civakî û siyasî ye. Ji bo tunekirina tundiyê têkoşîn, berpirsyartî û xebateke koolektîv ya rêxistinkirî hewce dike.

Li herêma me hîna jî jin di bin bandora şer, dagirkerî û pevçûnên çekdarî de, bi cureyên tundiyê re rû bi rû dimînin. Li Filistîn, Sûdan, Yemen û Lubnanê jin bi can, ewlehî û rûmeta xwe bedelên gelek giran didin. Li van herêman jin tên qetilkirin, koçberkirin, bi xizanî û bêparhiştinê tên. Di heman demê de, tundiya zayendî, tirsandin û heqaretkirin wekî çekekê li dijî wan û civakên wan tên bikaranîn.

Jinên Êzidî jî ji bo aşkerekirina çarenûsa bi hezaran jinên ku ji aliyê terorîzmê ve hatine revandin, tê dikoşin.

Paşketina demokrasiyê û berfirehbûna bandora tevgerên tundrew jî bi hedefkirina rasterast a maf û destkeftiyên jinan re pêk tên. Li gelek welatên herêmê jin hîna bi revandin, tuniya li ser bingeha nasnameyê û binpêkirinên giran ên mafên xwe re rû bi rû dimînin, li beramberî van hemûyan jî hesab nayê pirsîn.

Jinên parêzvanên mafên mirovan, berpirsên tevgerên jinan û rojnamevanên jin ji ber rol û helwestên xwe yên giştî, rastî kampanyayên reşkirinê, gefxwarin û êrişan tên. Li Iraq, Sûriye û hemû welatên din ên herêmê ji daxwaza sererastkirina qanûnên cudakar û bidawîkirina kiryarên ku maf û hemwelatîbûna wan a tam kêm dibin, didomînin.

Li Mexrib û welatên din ên herêmê li gel paşketina demokratîkbûnê û lawaziya beşdariya jinan di siyasetê de,  sûcên tundiya li dijî jinan berdewam dikin. Di heman demê de, jinên ji tundî û destdirêjiya zayendî rizgarbûyî bi astengiyên qanûnî û civakî re rû bi rû dimînin ku rê li ber gihîştina wan a edalet û parastinê digirin.

Li Morîtanyayê jî di nava bêdengiya civakî û yasayî de, ji ber nebûna qanûnek berfireh ku wan diparêze û sûcdaran ceza dike, keç hîn jî wek qurbaniyên tecawizê dimînin. Qanûnên ku zînayê sûcdar dikin li dijî qurbaniyan têne bikaranîn, ne li dijî sûcdaran, keçan ji tirsa darizandinê bêdeng dikin li şûna ku edaletê bidin wan.

Bûyerên rojane piştrast dikin ku jin hîn jî li malan, cihên kar, dibistan, zanîngeh, qada giştî û qada dîjîtal bedelên gelek giran didin. Jin di van qadên cuda de rastî tundiya fîzîkî, zayendî, derûnî, aborî, siyasî û dîjîtal tên. Di heman demê de, bêcezabûna sûcdaran berdewam dike, pêvajoya dadweriyê dereng dimîne û li şûna ku mafên jinan bên parastin û dadwerî li wan were bicîhanîn, ji wan tê xwestin ku bêdeng bimînin.

Tundiya li dijî jinan ji diyardeyên din ên ku ewlehî û îstiqrara civakan tehdîd dikin, wekî bazirganiya bi jin û keçan, zewaca keçên biçûk, îstismara zayendî, bêparhiştina jinan ji mafê beşdariya wekhev di pêvajoya biryardayînê de û armancgirtina parêzvanên mafên mirovan, rojnamevanên jin û rêberên tevgerên jinan cuda nîne.

Tundiya li dijî jinan bi kuştin, êrişa fîzîkî an jî destdirêjiya zayendî sînordar nîn e, lê cûreyên din wekî tundiya aborî, qanûnî û dîjîtal jî digire nav xwe. Ev cûre jî bi rêya cudakariyê di derfetên kar, çavkaniyên aborî û milkiyet de tê kirin. Her wiha bi qanûnên neheq û kampanyayên reşkirinê, şantaja elektronîkî û belavkirina zimanê nefretê tên kirin. Armanc ew e ku jin ji qada giştî bêne dûrxistin, xweseriya wan were têkbirin û rola wan di avakirina civakên xwe de were qelskirin.

Di salên dawîn de, tevgera jinan a li herêmê deng û kesayetên pêşeng ên ku jiyana xwe ji bo parastin mafên jinan feda kirin, ji dest dan. Hedefkirina çalakvan û parêzvanên mafên mirovan ne bûyerek ferdî ye, lê belê beşek ji hewldanek berfirehtir a ji bo bêdengkirina jinan û têkbirina têkoşîna wan a ji bo azadî, edalet û wekheviyê ye.

Berdewamiya tundiya li dijî jinan rasterast girêdayî berdewamiya şer, despotîzmê, cûdakariya qanûnî û bêcezatiyê ve girêdayî ye. Heta ku tundiya li dijî jinan wekî pirsgirêkek giştî û binpêkirinek giran a mafên mirovan neyê naskirin, heta ku wekheviya tevahî bi destûr û qanûnî neyê garantîkirin, jin dê bi şêweyek sîstemîk a dûrxistin, tundî û îstismarkirinê re rû bi rû bimînin.

Li ser vê  yekî em peyam û bangên xwe dighînin jin, tevger û rêxistinên jinan û hêzên demokratîk ku ji bo van xalên li jêrî xebateke hevpar pêk bînin:

-Avakirina tevgereke jinan û xebateke hevpar; bi rêya avakirina eniyeke jinan a ku sînoran derbas dike û bikaribe di qada neteweyî û navneteweyî de hêzên xwe bicivîne û piştgiriyê bide mafên jinan.

-Ji bo pêşxistina civakan di aliyê bîrdozî û çandî de, ji bo têkoşîna li hemberî raman û kiryarên ku jinan biçûk dixin, divê asta hişmendî û rêxistinbûna jinan were pêşxistin. Ev yek dê di avakirina civakeke demokratîk a li ser bingehên hemwelatîbûnê, wekhevî û edaletê de bibe alîkar. Di heman demê de divê blokeke zextê bê avakirin ku sererastkirina qanûn û sazîbûnê bide ferzkirin.

-Divê qanûn û destûr were sererastkirin. Hemû metnên cûdakariyê werin betalkirin. Divê qanûn bi peymanên navneteweyî yên mafên mirovan re li hev hatî bin. Ji bo krîmînalîzekirina hemû cûoreyên tundiya li dijî jinan têkoşîna hevpar pêwîste…

-Li dijî zordariya siyasî û tepeserkirina azadiyan têkoşîn: Em hemû şêweyên zordariya siyasî yên ku rê li ber xebat û beşdariya jinan di navendên biryardanê de digirin red dikin. Em azadiya rêxistinbûn, derbirînê û gihîştina qadeke dîjîtal a ewle dixwazin.

-Li dijî zordariya olî û hemû şêweyên bikaranîna ol ji bo rewakirina cûdakariya li dijî jinan an sînordarkirina azadiyên wan û dûrxistina wan ji perwerde, kar û beşdariya siyasî û xebata bi qanûnên sivîl dûrî meylên olî û mezhebî, divê têkoşîn bê kirin.

-Divê bi rêya mekanîzmayên bibandor ên hesabpirsîn, lêpirsîn û parastina yasayî, derûnî û civakî, bêcezatî were bidawîkirin û edalet ji rizgarbûyîna re pêk were.

-Parastina jinên parêzvanên mafên mirovan, rêberên tevgerên jinan û têkoşîna li dijî hemleyên reşkirin, tehrîkirin û gefan.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rejîma Îranê cezayê 74 qamçî û qedexeya çalakiyên hunerî li stranbêj birî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo Siwêdayê daxuyaniyên agirbestê

Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ragihand ku wan li Siwêdayê agirbest îlan kiriye û Serokatiya Ruhanî…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk li Şerayê êriş bir ser dibistanekê

Dewleta Tirk li bajarokê Şera yê Kantona Efrîn-Şehbayê êriş bir ser dibistanekê.

Ji aliyê Stêrk TV

Pêşengeha Wêneyan a li Kobanê bi dawî bû

Li Kobanê 4′emîn Pêşengeha Wêneyan di roja xwe ya sêyemîn de bi dawî bû.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Rejîma Îranê cezayê 74 qamçî û qedexeya çalakiyên hunerî li stranbêj birî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Binarê Qendîlê bi boneya 25’ê Mijdarê çalakiya girseyî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PDK û YNK: Destkeftiyên Herêmê xeta me ya sor e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şengalê meşa 25’ê Mijdarê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?