Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş ji bo avakirina Komîsyona Şopandinê ji partiyên siyasî re nivîsek şand.
Di nivîse de hat gotin ku divê partiyên siyasî heta roja Duşemê saet 17’an endamên xwe ragihînin.
Komîsyona Şopandinê wê bi 19 endaman pêk were û partiyên siyasî li gor deng û kursiyên meclisê endaman bişînin komîsyonê. AKPê wê 9 endaman bişînê komîsyonê, Yenî Partî 3, DEM Partî û MHP’ê 2, CHP, ÎYÎ Partî û Koma Yenî Yol jî wê endamek bişînin komîsyonê.
Her wiha ji bo Yenî Partî beşdarî komîsyonê nabe 3 endamên Yenî Partiyê dê di nava partiyên din de bên parvekirin. Li gor vê yekê DEM Partî dê 3 endaman bişîne komîsyonê.

