Ji rêveberên Rêxistina Pêşveçûna Gel (PDO) Bihar Munzîr bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê rewşa jinan a li Başûrê Kurdistanê ji ANF’ê re nirxand. Munzîr bal kişand ser komkujiya jinan, bûyerên xweşewitandinê yên jinan, zewaca di temenê zarokatiyê de û kêmasiya di bicihanîna qanûnan de û got, “Kuştina jinan û bûyerên xweşewitandinê di asta bilind de ye. Par 69 jin hatin kuştin.”
KOMKUJIYA JINAN Û BÛYERÊN XWEŞEWITANDINÊ ZÊDE NE
Bihar Munzîr anî ziman ku li Başûrê Kurdistanê tundiya li jinê di asteke bilind de ye û diyar kir ku kuştina jinan û xweşewitandina jinan şêweyên herî giran ên tundiyê ye. Li gorî statîstîkên rêxistinê par li Herêma Kurdistanê 69 jin ji aliyê hevjîn, bira yan jî bavê xwe ve hatin kuştin.
Bihar Munzîr bal kişand ser zewicandina di temenê zarokatiyê de û got, piştî guhertina li Qanûna Statuya Şexsî ya li Iraqê gelek caran hewl hate dayin ku qanûneke li dijî mafên zarokan û li dijî mafên mirovan bê derxistin, lê belê qanûna navborî yekser li Herêma Kurdistanê nehat bicihanîn.
KUJERÊN JINAN BÊ CEZA DIMÎNIN
Bihar Munzîr ragihand ku li Herêma Kurdistanê ji aliyê bicihanîna qanûnan, bi taybetî di dozên kuştin û tundiya li jinan de kêmasiyên cidî hene û anî ziman ku pirsgirêk gelek caran bi rêya lihevkirina eşîran tê çareserkirin. Bihar Munzîr diyar kir ku kiryar nayên cezakirin, cezayên li girtîgehan jî tê kêmkirin û destnîşan kir ku divê pêkanînên welê bêne ferzkirin ku pêşî li dubarebûna sûc bê girtin.
Di dewama axaftina xwe de Bihar Munzîr işaret bi pirzewacê kir û got, mêrek li Herêma Kurdistanê li gel ku zewicî be dikare zewaca duyemîn jî bi fermî qeyd bike.
CIVAKA BAVIKSALAR BIRYARÊ LI SER JIYANA JINAN DIDE
Rêvebera PDO’yê anî ziman ku yek ji pirsgirêkên bingehîn ên li Herêma kurdistanê ew e ku jin nikarin biryarê li ser jiyana xwe bidin û bal kişand ser bandora eşîran û avaniya civakî ya baviksalar a li ser jiyana jinan.
Bihar Munzîr got, “Eger jin azad nebe, hinekî din li ser jiyana wê biryarê dide û wê kontrol dike, hingî timî dibe hedefa tundî û komkujiyan.”
‘DIVÊ CIVAKEKE WELÊ BÊ AVAKIRIN KU JIN LÊ AZAD Û EWLE BE’
Bihar Munzîr bal kişand ser kampanyaya li dijî kuştina jinan û bûyerên xwekuştina jinan ku ji aliyê Tora 8’ê Adarê û rêxistinên din ve hatiye destpêkirin. Di vê çarçoveyê de anî ziman ku kampanya tê meşandin karekî demdirêj e û qala girîngiya afirandina hişyarî û baldariya civakî kir ku bi rêya medya, huner û çalakiyên cuda bê afirandin.
Bihar Munzîr ji bo avakirina civakeke ku jin û hemû mirov lê azad û ewle bin, bang kir.

