Li Kurdistanê û Tirkiyeyê kuştina jinan û mirina jinan a bi guman zêde dibe. Gefên li ser mafê jiyanê yê jinan û bêcezahiştina kiryaran jî her di rojevê de ye. Li gorî daneyên Platforma ‘Em ê kuştina jinan rawestînin’, di şeş mehên destpêkê yê sala 2026’an de li Tirkiyeyê 150 jin hatin kuştin, 151 jin jî bi gumanbarî mirin. Di meha Îlonê de 28 jin hatin kuştin, 19 jin jî bi gumanbarî mirin.
Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê ya Amedê ku bi Nobeda Bîr û Edaletê balê dikişîne ser vê rewşê, çar hefte ne çalakiya xwe ya nobedê dewam dike. Di çalakiyan de çîroka jinên hatin qetilkirin tê xwendin û nerazîbûn ji kuştina jinan û polîtîkayên bêcezahiştinê re tê nîşandan.
Jin diyar dikin ku kuştina jinan ne tenê hejmarek û wêneyek e û di her nobedê de wêneyên jinên hatin qetilkirin hildigirin.
Jinan ragihandin ku polîtîkayên bêcezahiştinê jiyana jinan dikin hedef û li ser mijarê ji ajansa me re axivîn.
‘MÊR TÊNE PARASTIN’
Alîkara Serokê Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Sûzan Mehmetoglû anî ziman ku kuştina jinan li bajêr zêde bûye û diyar kir ku jin bi giranî li tundiya mêr ên nêzî xwe rast tên.
Sûzan Mehmetoglû got, “Armanca çalakiya me ya li vê derê ew e ku bibin dengê jinan, dengê jinan bigihînin rayedaran. Ji bo pêşî li berdana kiryaran bê girtin em vê çalakiyê lidar dixin.” Sûzan Mehmetoglû bi dewamî got, “Dema dawî li Amedê jî kuştina jinan gelekî zêde bû û kiryarên van kuştinan bi giranî mêr ên xizmên jinan, hevjîn, bira yan jî hezkiriyê wan e. Di demeke nêz de mînakeke şênber rû da. Rojda Odabaşi serî li komeleya me da. Ji me xwest ku em li gel wê bin û piştgiriya wê bikin. Ji aliyê hiqûqî ve daxwazeke xwe nebû; tenê xwest ku em bi wê re bin, bibin dengê wê. Bifikirin, cîranekî we, bêyî ku pirsgirêkek hebe dikare bê û guleyê li we bireşîne. Ev tê çi wateyê? Metirsiya li ser jiyana jinan bi rastî jî di asta herî bilind de ye.”
‘DIVÊ VEGER LI PEYMANA STENBOLÊ ÇÊBIBE’
Sûzan Mehmetoglû ragihand ku mêrên êrişê dibin ser jiyana jinan ji aliyê sîstemê ve têne parastin û got, “Eger nehatibûna parastin, eger cezayên giran li wan hatibûya birîn van mêran newêrîbû jin bikuşta. Divê dewlet bi lez li Peymana Stenbolê vegere û hemû mekanîzmayên ku mafên jinan diparêzin bixe dewrê. Mafê jinan mafê mirovahiyê ye.”
‘EM DIXWAZIN BÎRÊ ZINDÎ BIHÊLIN’
Parêzer Berfîn Polat Atûg jî ragihand ku bi rêya çalakiyê ew hewl didin her hefteyê çîroka jiyanê ya jinan, lêgerîna wan a edaletê bigihînin qada cemaweriyê û hişê civakî zindî bihêlin.
Berfîn Atûg destnîşan kir ku polîtîkayên bêcezahiştinê û pratîkên daddgeriyê newekheviya zayendî giran dike û got, “Em ne xwedî hêza avanî û qanûnî ya dewletê ne. Lewma ji bo me gelekî girîng e ku li hemberî vê sîstema ku bi polîtîkayên xwe yên bêcezahiştinê, bi pratîkên xwe yên dadgerî û ewlekariyê, bi gotinên xwe û polîtîkayên desthilatdariyê vê newekheviya zayendî giran dike, têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî mezin bikin. Ji ber vê jî em ê bi dewamî her Sêşemê nobedê bigirin û piştevaniya bi jinan re dewam bikin. Em bang li jinan hemûyan dikin ku vê piştevaniyê mezin bikin.”

