Di dawiya sala 2014’an de DAÎŞ’ê bi hêzeke mezin êrîşî Kobanê kir. Zêdetirî 300 gund di nav çend rojan de xiste bin serweriya xwe. Ji bilî parastinê ti rêyên din nebû. Ruxmî cebilxane û derfetên kêm jî şerevanên vî welatî li berxwe dan.
Bi sedan şervanan bi çekên sivik di taxên Kobanê yên mayî de li ber xwe dan. Heta ku balafirên Koalîsyona Navdewletî baregehên DAIŞ’ê topbaran kirin.
1’ê Mijdara 2014’an weke Roja Cîhanê ya Kobanê hate ragihandin. Bi dehan bajarên welatên cîhanê ji bo piştgiriya Kobanê meşiyan. Armanca piştgiriya cîhanê ya sereke ji berxwedana Kobanê re, tunekirina terorê bû. Terora ku wateya mirovahiyê, exlaq û qanûnên navdewletî nas nake.
Navê Kobanê li her derê; li Emerîkaya Latîn, paytexta Japonyayê Tokyo deng veda û li gelek bajarên dewletên Rojavayî û Tirkiye meşên girseyî hatin lidarxistin. Heta li peytexta Afganistanê Kabûlê jî cara yekemîn di dîrokê de ji bo piştgiriya Kobanê jin meşiyan.
Berxwedana Kobanê ya sedsalê ne berxwedaneke ji rêzê ye. Kurdan jî di wir de diyar kir ku çi dibe bila bibe, dê Kobanê nekeve. Bi hezaran ciwanên ji her çar parçeyên Kurdistanê berê xwe dan bajarê Kobanê û li wir berxwedaniyeke bê navber raber kirin.
Li aliyekî top û tifing, li aliyê din jî qilêş û berxwedanî. Ger israr û îrade xurt be, dê serkeftin mîsoger be. Ji lewra jî berxwedaniya Kobanê bû dîrokê.
Gelek dayîk jî ji bo ku bajarê xwe û zarokên xwe bernedin û biparêzin, alîkarî dan birîndaran, xwarin amade dikirin û moral didan şervanan. Yek ji wan dayîkan jî Semîra Ehmed e ku dayîka sê şehîdan e. Çar zarokên wê di nava şerê Kobanê de bûn, keça wê jî di şer de şehîd dibe. Semîra Ehmed ji ANF’ê re qala berxwedaniya li Kobanê kir.
‘EM LI KÊLEKA ZAROKÊN XWE BÛN’
Semîra Ehmed got, “Ez şahidê wê berxwedaniyê me. Şer di 15’ê Îlonê destpê kir û me sê dayîkan biryar da ku em li vir bimînin û li kêleka şervanên xwe bin. Gelek serpêhatî derbas bûn, gelek ji wan nayên gotin û gelek ji wan jî di mejiyê me de zindî ne. Ev êrîş ji bo tunekirina me bû. Me jî got, em li vir in û em ê li kêleka zarokên xwe bin.
Dema ku gelê Bakurê Kurdistanê Kobanê hembêz kir, li vir dilê me jî rihet bû. Zarokên me li dora me û me bi hev re moral dida hevdû. Ji vê re tê gotin berxwedanî. Me xwarin amade dikirin, birîndar derman dikirin û me stran jî ji wan re digot.
Xwarin li ser bajarê Kobanê hatibû qutkirin, Kobanê di nava dorpêçeke gelekî giran de bû. Me xwarin ji nava malên Kobanê bi dest dixist û me ew xwarin ji şervanên xwe re amade dikirin. Nanê kifikî mabû. Giştî kesk bibû û rengê wê hatibû guhertin. Şervanên me destê xwe li wî nanî dixistin û ew keskbûn jê diçû û ew nan dixwarin. Xwarin jî gelekî kêm bû.”
‘WELAT JI ZAROKÊN ME ŞIRÎNTIR E’
Dayîka Semîra serpêhatiya xwe wiha dewam kir: “Hêza me gelekî kêm bû, lê îradeya me gelekî xurt bû. Sekin, bawerî û îrade, me bi vê gelekî bawer dikir. Me digot, em ê nehêlin dijmin bikeve Kobanê. Ji esir heta berbangê şer didomiya. Birîndar hebûn. Me li ber serê birîndaran stran digotin. Keçeke min di wê demê de li tepeyê Zormixarê di şer de şehîd bû û sê zarokên min ên din jî di nava şer de bûn. Min got, eger welatê min nebe , ez ê zarokên xwe çi bikim. Welat ji zarokên me şirîntir e.
Hevalek ji Bakurê Kurdistanê derbasî berxwedaniya bajarê Kobanê bû û bi giranî birîndar bû. Ew heval êdî ber bi şehadetê ve diçû, bang li dayîka xwe dikir. Di wê demê de min serî wî hevalî rakir û danî ser çongên xwe û min jê re got ez dayîka te me. Piştre şehîd bû. Rewş bi vî rengî, ma ez ê çawa vê xakê biterikînim û Kobaniya xwe bi tenê bihêlim.
Dijmin tim digot, ‘Kobanê ket ha wê bikeve’. Lê Kobanê bi ser ket. 134 rojan, di her maleke Kobanê de şehîd çêbûn. Ji lewra jî me Kobanê neda. Em nadin jî. Gelê me yê ku vegeriya axa xwe ramûsand, ev ax pîroz e. Ez jî weke dayîka şehîdan, heta dawiya jiyana xwe amade me her tiştî ji bo Kobanê bikim.
Jinan bi tilîliyan DAÎŞ têk bir. DAÎŞ digot bila ez li ser destê jinekê neyêm kuştin, ji ber ku ez bihuştê nabînim. Lê jinên Kurd dikirin tilîlî û êrîşî wan dikirin. Gelê me yê li Bakurê Kurdistanê jî gelê me hembêz kirin û heta dawiyê li ser sînor bûn, nobeta berxwedaniyê digirtin. Em van rojan ji bîr nakin. Seet 3 kêm 10 deqe deng li ser qebdeyê hat. Ez giriyam û min got, xwezî ew hevalê şehîd jî hebana. Şehîd Gelhat dibêje, ger Kobanê şehîd bû werin û agahiyê bidin min. Sê zarokên min şehîd bûn û ez serbilind im. Zarokên min ji bo welatê min şehîd bûn û ez ne poşman im. Ez dibêjim xweziya zarokên min yên din jî hebana û min ê ew jî bikirana şervan.”

