Ligel metirsiya zêde li ser aqûbeta dîlgirtiyan û berdewama nehêniya rewşa wan malbatan bi daxwaza berdana zarokên xwe ku ji destpêka Çileyê ve li gel hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ne çalakî kir.
Malbat li Çerxerêya Kevokê ya Hesekê kom bûn, wêneyên zarokên xwe hildan. Malbatan bang kir ku “zarokên me demildest berdin. Divê ev dosya beriya dosyayên dîtir werin çareserkirin.”
Malbatan anî ziman ku heta eşkerekirina aqûbeta zarokên xwe ew ê çalakiyên xwe bidomînin û bang li aliyên eleqedar û rêxistinên navneteweyî kir ku bilez destwerdanê bikin; êşên malbatan û zarokên wan bi dawî bikin.

