Çarşem, 7 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji CPT’ê rapora Tirkiyeyê: Li girtîgehan qelebalixiya zêde, zext û tecrîd heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E û TJK-E’yê ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê di çalakiyên lîseyê de bikaranîna bombeyên deng bi demkî hate rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Olan: AKP li Bedlîsê hemû derfetên dewletê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokê Komeleya Çanda Laz Beşlî: Laz û Kurd mexdûrê aqlê heman dewletê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    RAJIN: Em ê têkoşîna çapemeniya azad li ser şopa Gûrbetellî dewam bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Hevrêyê me Çekdar li Pêncîwênê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qubên pîroz: Bîra dîrokê, mabetên aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Sîncanê tehliyeya 9 jinên girtî bi kêfî tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Tevgera Jinê Kurd li Hondurasê serdana COPINH’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Sîncanê banga berdana girtiyên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sineyê ji bo Marziye Moradavisi cezayê girtîgehê û pere hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanên ku Xelata Gurbetellî Ersoz wergirtin hatin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Rêveberiya Xweser a Şengalê salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir
Kurdistan

Rêveberiya Xweser a Şengalê salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi çalakiyekî 9’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi wesîleya 9’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji DAÎŞ’ê, li Şehîdgeha Ş.Dilgeş û Ş.Berxwedan daxuyanî da. Sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ), malbatên şehîdan, Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê jî di nav de gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û soza pêkanîna xewn û xeyalên Şehîdan dan.

 

Pakîza Celal li ser navê Malbatên Şehîdan xêrhatina tevahiya mêhvanan kir û soza pêkanîna xewn û xeyalên şehîdan da û wiha axivî: “Dewleta Tirk her gava ku rojeke wê ya taybet nêzîk dibe êrîşan pêk tîne û zarokên me şehîd dike. Em li vir wek dayikên şehîdan dibêjin ku em ê tu carî paşde gav neavêjin û bila bizanin ku bi dayîna şehîdekî jî em nakevin. Em salvegera rizgariya Şengalê bi taybet li ciwanên serê çiyayan li ber xwe didin, li malbatên şervanan ku zarokên wan ji bo parastina me şehîd ketin û li tevahiya gelên azadîxwaz pîroz dikin. Û bi gotina “seriyek e, ew jî di oxira vê civakê de ye” dibêjin serê me tevan sax be.

‘BERSIVA HERÎ WATEDAR VEGERA LI ŞENGALÊ YE’

Nayîf Şemo li ser navê MXDŞ’ê axivî û got: “Em salvegera 9’emîn a rizgarkirina Şengalê li her kesê dilsozê civaka xwe pîroz dikin û destxweşiyê li wê biryara ku hatî girtin û şervanên azadiyê yên ku ji çiyayan derbas bûn û xwe gihandin hewara Şengalê dikin. Em ji vir vê peyama gelê xwe didin dijminê civaka xwe û dibêjin; Bila kes xwe nexapîne û xwe ji Şengala xwe dûr nexe. Ger em îro venegerin li ser xaka xwe, wê sibe ev derfet ji destê me bifilite û ger em ne li ser axa xwe bin û di nava gelê xwe de nejîn em ê bibin kole û bende.”

‘CIVAKA ÊZIDÎ XWE BAŞ NAS DIKE’

Şemo wiha pê da çû: “Me îro, wekî ku Rêber Apo digot me xwe nas kir. Eger me xwe nas nekiriba, îro me nedikarî em salvegera 9’emîn a rizgarkina bajarê xwe li vir pîroz bikin. Ev peyama herî giring û bi wate ye ku em didin dijminê gelê xwe. Eger em bixwazin hêj bêhtir dijminê xwe têk bibin û kêfa wan li xwe xweş nekin, divê em yekitî û tifaqa xwe hîn zêdetir hêzdar bikin. Bêguman ev jî bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo û ciwanên me yên welatparêz pêkan e.”

‘EM RIZGARKIRINA ŞENGALÊ LI RÊBER APO PÎROZ DIKIN’

Hevserokê MXDŞ’ê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em careka din rizgarkirina Şengalê, bi hêviya ku bibe wesîleya rizgarkirina Rêberê me li Rêber Apo pîroz dikin û dibêjin  Şehîd namirin!”

Berdevka TAJÊ Rîham Hico jî salvegera rizgarkirina Şengalê li tevahiya gelê Êzidî û li tevahiya jinên dîlgirtî pîroz kir û wiha axivî: ” Îro ji bo me rojeka serkeftinê ye û rojeka dîrokî ye. DAÎŞ’ê bi êrîşa Şengalê hêvî dikir ku gelê me tune bike. Lê belê rizgarkirina Şengalê ew hêvî û daxwazên dijmin tev têk birin. Dema ku DAÎŞ li Şengalê hate tinekirin, gelek sazî û dewlet têk çûn û di nava wan de jî dewlata Tirk û dostên wan hebûn. Ji ber wê ye heya niha em bedelan didin û dewleta Tirk êrîşan pêk tîne û zarokên vê civakê dike hedef.”

‘TOVÊ JIYANEKE NÛ LI ŞENGALÊ HATE ÇANDIN”

Berdevka TAJÊ wiha dewam kir: “Bi rizgarkirina Şengalê re tovê jiyaneka nû hate avêtin. Rizgariya Şengalê bi navê lehengên mîna Mam Zekî û Egîd Civiyan hate ragihandin ku em îro jî li ser xet û rêça wan in û heya dawiyê jî em ê li pey pêkanîna xewn û xeyalên wan bin.”

‘VEGERA LI SER XAKA ŞENGALÊ TÊKBIRINA XEWNÊN DEWLETA TIRK E’

Em li vir wek TAJÊ û jinên Êzidî vê peyamê didin: “Dijmin da ku civaka Êzidî ji ser xaka xwe dûr bixe serî li her cûre rê û rêbazên qirêj dide û bi ser de jî bi tank, top û teyareyan êrşî gelê me û ciwanên me dike. Lê xwedîderketina li Şengalê û vegera ser xaka Şengalê têkbirina wan xewn û xeyalên dijmin û dewleta Tirk e. Pêwîst e her kes xwedî li Şengalê derkeve û Şengalê ji xwe re bike qibleya herî watedar û pîroz. Pêwist e her Êzdiyek destê xwe deyîne ser wijdanê xwe û nû biaxive. Îro PDK’ê bi Êzdiyan dide gotin ku Şengal li ser destê PDK’ê û pêşmergeyan hate rizgar kirin! Em ji vir dibêjin bese koletiyê jiyan bikin û destê xwe danin ser wijdana xwe û wisa biaxivin; gelo ka PDK’ê çi ji Êzdiyan re kiriye? Tiştê ku PDK’ê ji Êzdiyan re kirî berçav e, Şengal firotin û radestî çeteyên DAÎŞ’ê kirin, keç û dayikên me di bazaran de firotin û heya niha em vê êşê jiyan dikin.’’

Daxuyanî piştî peyaman bi dirûşmeya ” Şehîd namirin” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dewleta Tirk di parêzvaniya PDK’ê de li Guherze rê çêdike
Nûçeya Pişt re Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Huseyîn Aydin hat girtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Panama: Kanala Panama ne ya mijara danûstandinan e

Serokkomarê Panama Josê Raul Mulino, di civîna heftane ya çapemeniyê de diyar kir ku li…

Ji aliyê Stêrk TV

Hilbijartinên Hindistanê: Dengên Modî kêm bûn

Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî û hevalbendên wî yên neteweperest di hilbijartinên giştî de bi ser…

Ji aliyê Stêrk TV

YPJ: Em bi ruhê berxwedana Kobanê têkoşînê mezin bikin

YPJ: Em ê bi ruhê berxwedan û serketina Kobanê dawî li dagirkeriyê bînin. Divê em…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YRK: Hevrêyê me Çekdar li Pêncîwênê şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?