Wezareta Parastinê ya Rûsyayê roja îniyê daxuyanî da û diyar kir ku di tevahiya şevê de 1.198 balafirên bêmirov ên Ûkraynayê hatin xistin. Rayedarên herêmî ragihandin ku di encama êrîşan de li herêma Volgograd 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Şaredarê Moskowê Sergey Sobyanin jî li ser bernameya Max a girêdayî Rûsyayê, daxuyanî da û got, ji şeva pêncşemê heta sihara îniyê 467 balafirên bêmirov gihiştin herêma Moskowê û ji vane beşekî mezin ji aliyê sîstemên parastina hewayî ve hatin bêbandorkirin.
Daxuyaniya têkildarî êrîşan roja piştî hevdîtina nûnerên taybet ên Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump Steve Witkoff û jared Kusher a bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn re, hate dayîn.
Nûnerên DYE’yî, piştî serdana Moskowê li Dublinê bi Serokê Dewleta Ûkraynayê Volodimir Zelenskiy re jî civiyan. Hevdîtin weke parçeyekî hewldanên dîplomatîk ên ji bo bidawîkirina şerê Ûkraynayê, tên meşandin.
ZELENSKIY: EWROPAYÎ WÊ TEVLÎ CIVÎNA JI BO BIDAWÎKIRINA ŞER BIBIN
Volodimir Zelenskiy piştî hevdîtina bi nûnerên DYE’yê re, ragihand ku Ewropayî jî wê tevlî civîna ji bo bidawîkirina şer bibin.

