Yekşem, 22 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiya nexweş Evîn Zapsû: Em ji pêvajoyê bawer dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên cotkaran em talîbê rêveberiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda li pêşiya Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 6’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konferansa YCK-KURD Çukurovayê de banga ji bo rêxistinbûn û jiyana komînal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersim tayînkirina qeyûman di salvegera duyemîn de hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rejîma Îranê li Awdananê Hazim Haşîmî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê herêma Serçûrî ya Merîwanê bombebaran kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê mêr li dijî tundiya li jinê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG û YJA Starê salvegera damezrandinê ya 48’an a PKK’ê nirxandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara kesên li Awdananê hatin binçavkirin, gihîşt 12’an

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûgûr Kaymaz û bavê wî hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Kurd: Em ê di civakîbûna aştiyê de bibin xwedî gotin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga jinan a ji bo 25’ê Mijdarê: Piştevanî dide jiyîn, têkoşîn azad dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hesekê, Til Temir û Dirbêsiyê çalakiyên 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jin têkoşîna hebûnê didin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koçberî, xizanî û tundî: Şerê bêdawî yê li dijî jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ji bo Kaya li hev kom bûn, ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate windakirin
Rojane

Ji bo Kaya li hev kom bûn, ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate windakirin

Dayikên Şemiyê ji bo Mahmût Kaya li hev kom bûn, ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hate windakirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Dayikên Şemiyê /Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatin windakirin û di binçavan de hatin qetilkirin bipirsin û kiryarên wan bên darizandin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya 1031’emîn li dar xistin. Li gel Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan gelek kes li qadê kom bûn, qurnefîl û wêneyên windayan hilgirtin. Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqûbeta Mahmut Kaya yê 44 sal berê hat windakirin pirsîn. Endama Komîsyona Dijî Windayên Di Binçavan de a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Sebla Arcan metna daxuyaniyê xwend.

Sebla Arcan, anî ziman ku Mahmut Kaya piştî ku di 23’yê Kanûna 1980’an de ji aliyê şaxa siyasî ya Qersê ve hat binçavkirin, careke din agahî jê nayê girtin û got: “Mahmût Kaya yê 21 salî dema pankarka ‘Dê Komkujiya Mereşê bê pirsin’ li Qersê daliqand hat binçavkirin. Piştî binçavkirinê ew birin Midûriyeta Şaxa Siyasî. Li gorî gelek îfadeyên şahidan Mahmut Kaya di 3’yê Çileya 1981’an de piştî îşkenceyên giran ên deh rojan hat qetilkirin. Ji Mahmut Kaya yê ku cenazeyê wî winda bû careke din agahî jê nehat. Kesekî li Erziromê li mala malbata Kaya geriya û agahî da Mahmut sax e. Li ser vê yekê Sebahattîn Kaya hat Qersê û serî li saziyên pêwendîdar da. Bi Waliyê Qersê re hevdîtin kir. Lê hat redkirin ku Mahmut hatiye binçavkirin.”

Sebla Arcan, diyar kir ku di rapora 350 rûpelî ya ku ji aliyê malbata Mahmut Kaya û Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMMê ve hatiye amadekirin, bi berfirehî qala qetilkirina Mahmût Kaya hatiye kirin û wiha dewam kir: “Rayedarên serdemê di rapora berfireh a ku di encama hevdîtinên bi polîs û şahidên wan re hatiye amadekirin de, navên karmendên ku di kuştina Mahmut Kaya girtî de cih girtine û navên rayedarên ku çavê xwe jê girtine tev hebûn. Şahîd Davut Aksu jî ji komîsyonê re axivî û gotibû ‘Kesê bi navê Mahmut Kaya anîn. An şeva sersalê bû an jî roja din bû. Em li kêleka hev hatin girêdan û îşkenceyêk giran lê kirin. Laşê wî reş bibû, ew li cem min mir. Me birin odeyek din û dema min nebza Mahmut Kaya kontrol kir, min ferq kir ku ew mirî ye’. Tevî van û gelek îfadeyên şahidên bi vî rengî jî aqûbeta Mahmut di tariyê de ma û kiryar jî bêceza man.”

Sebla Arcan destnîşan kir ku lêgerîna edaletê çiqas sal derbas bibe jî wê bidome û got, “Di 44’emîn salvegera windakirina Mahmut Kaya de em daxwaza xwe ya dawîkirina înkarê dikin û daxwaza pêkanîna edaletê dubare dikin. Em ê dev ji daxwaza edaletê ya Mahmut Kaya bernedin, ji bo hemû windahiyên xwe em ê dest ji daxwaza edaletê bernedin. Divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”

Di çalakiyê de bertek nîşanî binçavkirina 7 xebatkarên Çapemeniya Azad dan û xwestin bên berdan. Çalakî bi danîna qurnefîlên li qadê bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xelkê Çilaxa: Em bi QSD’ê re ne
Nûçeya Pişt re Nobeda li ser sînorê Kobanê di roja 6’emîn de ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Êrîşên DYE’yê yên li ser Yemenê: Herî kêm 8 kes mirin

Hate ragihandin ku di êrîşa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li ser paytexta Yemenê…

Ji aliyê Stêrk TV

Bîlmez: Divê Mafê Hêviyê di rêziknameyên qanûnî de cih bigire

Parêzerê Îbrahîm Bilmez, got ku biryara “Mafê Hêviyê” ya ku ji aliyê DMME’yê ve li…

Ji aliyê Stêrk TV

Laleş Êzidî: Ola Êzidîtiyê qenaet û heqîqetek e

Endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Laleş Êzidî, Cejna Êzî li tevahî gelan pîroz…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiya nexweş Evîn Zapsû: Em ji pêvajoyê bawer dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên cotkaran em talîbê rêveberiyê ne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nobeda li pêşiya Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 6’emîn de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?