Îro bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi dirûşma “Ji bo bidawîkirina tundiya li dijî jinan bibin yek, Jin Jiyan Azadî” Kongra Star mîtîngek li Kobanê li dar xist.
Di mîtîngê de bi navê Koordînasyona Kongra Star Sara Xelîl axivî û got: “Ragihandina vê rojê bingeha xwe ji têkoşîna xwîşkên Mîrabal digire. Patria, Minerva û Maria Teresa li Komara Domînîkê çalakvanên siyasî bûn û serî hildabû û tê dikoşiyan. Her wiha îro li seranserî cîhanê jin bi dirûşma “Jin, Jiyan Azadî” ji bo azadiyê têkoşînê dikin. Divê em di 25`ê Mijdarê de asta têkoşînê bilindtir bikin da ku em bikarin azadiya xwe misoger bikin. Li her aliyê cîhanê jin li hember zîhniyeta baviksalar têkoşîn û berxwedanê didin meşandin.”
Her wiha bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Cemîle Xelîl got: “Tundiya li dijî jinan tenê pirsgirêkeke jinan nîn e, pirsgirêkeke civakê ye û ji bo çareserkirina wê divê hemû beşên civakê berpirsiyariya xwe pêk bînin.”
Di dawiyê de Cemîle Xelîl bang li tevahî jinan kir ku asta têkoşîna xwe bilintir bikin û xwe ji hemû cureyên tundiyê xelas bikin
Piştî bidawîbûna mîtîngê beşdaran bi meşekê berê xwe dan Qada Jina Azad û meş bi siloganên “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

