Berdana girtiyên siyasî Çelebî Çalan, Maruf Turkan, Levent Cîn û Dundar Elçîçek ên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Boluyê tê ragirtin ji aliyê Desteya Îdare û Çavdêriyê ve hat taloqkirin.
Hat diyarkirin ku berdana Levent Cîn û Çelebî Çalan 6 mehan hatiye taloqkirin û derbarê taloqkirina girtiyên din de agahî nehatin bidestxistin.
Hincetên taloqkirina berdanê hêj ji girtiyan re nehatine ragihandin.

