Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê (OHD) û Baroya Amedê, derbarê hestiyên mirovan ên ku di şikefta sê qat ya li navçeya Farqînê ya Amedê de hatine dîtin, li Şaxa ÎHD’ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Parêzer û rêveberên saziyên sivîl tev li civînê bûn.
Di civînê de Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Amedê Zeynep Karayilan destnîşan kir ku piştî agahdariyeke ku gihîştiye ÎHD’yê, di 19’ê Mijdarê de heyeteke ji nûnerên her sê saziyan pêk hatî çûye herêmê û lêkolîn kiriye. Zeynep Karayilan diyar kir ku di lêkolîna destpêkê de li gelek xalên şikefta sêqatî hestiyên mirovan û qoq hatine dîtin û wiha got: “Piştî ku delîl hatin qeydkirin, me di 23’yê Mijdarê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Farqînê da û daxwaza vekirina lêpirsîneke bi bandor kir. Di heman rojê de cendermeyan bi me re têkilî danîn û agahî dan ku roja din saet di 10.00’an de wê keşif were kirin.”
Zeynep Karayilan anî ziman ku di 24’ê Mijdarê de heyeteke 11 kesî ya ji nûnerên OHD, ÎHD, Baroya Amedê û Baroya Mêrdînê pêk hatî çûye Qereqola Cendermeyê ya Bayrampaşayê, lê tenê ji her saziyê yek nûner karîbûye tev li keşifê bibe.
Zeynep Karayilan bal kişand ser şert û mercên keşfê û diyar kir ku ji ber tengbûna deriyê şikeftê û kêmbûna oksîjenê, xebat bi zehmetî hatine meşandin û ev tişt anî ziman: “Pêşî ji bo ewlehiya herêmê amadekarî û lêgerîna bombeyan hat kirin. Piştre ji ber tengbûna deriyê şikeftê û kêmbûna oksîjenê xebatên hewayê hatin destpêkirin. Piştî nîvro bi beşdariya du dozgerên komarê keşfa edlî dest pê kir. Ji ber ku şikeft teng bû û ber bi jêr ve sê qatên wê hebûn, me nekarî rasterast bikevin hundirê şikeftê. Çar karmendên tîmên lêkolîna cihê bûyerê û krîmînalê û du karmendên AFAD’ê ketin hundirê şikeftê û dest bi komkirina hestiyan kirin. Bi taybetî ji ber kêmbûna oksîjenê ya li qata sêyemîn, xebat di şert û mercên dijwar de hat meşandin.”
Zeynep Karayilan derbarê hestiyên hatine dîtin de agahî da û wiha got: “Di encama xebatan de li her sê qatên şikeftê hestiyên mirovan hatin dîtin. 9 qoqên temam, 36 parçeyên qoqan, bi sedan parçeyên hestiyan û bişkokeke şîn hat dîtin. Ev hemû delîl di 7 tûrikan de hatin parastin û ji her sê qatên şikeftê nimûneyên axê jî hatin girtin. Xebatên keşifê saet di 17.15an de bi dawî bûn. Piştre em çûn Qereqola Cendermeyê ya Navenda Farqînê û hestî di amadebûna dozgerî û nûnerên me de hatin hejmartin û tomar kirin.”
Zeynep Karayilan bal kişand ser wê yekê ku hêj nayê zanîn hestî yên kî ne, ji kîjan serdemê ne û kesên ku hestî yên wan in di çi şert û mercan de jiyana xwe ji dest dane û wiha domand: “Bi taybetî li Farqînê ku di salên 1990’î de windakirina bi darê zorê, kuştinên faîlên wan nehatine dîtin û binpêkirinên giran ên mafên mirovan qewimîne, dîtina van hestiyan ji bo ronîkirina bûyerên berê gelek girîng e. Divê lêpirsîn ne tenê bi nasnamekirina hestiyan ve sînordar bimîne. Divê sedemên mirinê, şêwaza bikaranîna şikeftê û têkiliya wê ya bi binpêkirinên mafên mirovan re jî bên lêkolînkirin.”
Endamê Desteya Rêveberiyê ya Baroya Amedê Muslum Dalar li ser keşfa şikeftê agahî dan û destnîşan kir ku di dema derxistina hestiyan de wêne û vîdeo hatine kişandin û diyar kir ku bi wesayîtên axê bi hêsanî dikare were gihîştin herêma şikeftê û kesên ku li herêmê heywandariyê dikin jî dikarin bigihîjin wê derê.
Dalar anî ziman ku şikeft gelek kûr û tarî ye û çawaniya avabûna her sê qatên wê tenê bi lêkolînên berfireh dikare derkeve holê û destnîşan kir ku piştî komkirina hestiyan, ew jî beşdarî hejmartin û veqetandina hestiyan a li Qereqola Cendermeyê ya Navenda Farqînê bûne.
Her wiha Muslum Dalar got ku hestî ji bo lêkolînên zanistî şandine Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê û piştî encamên lêkolînê dê agahiyên berfirehtir derbarê hestiyan de bên bidestxistin.
Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz jî diyar kir ku keşif bi awayekî guncav hatiye kirin û nimûneyên axê û delîl bi awayekî cuda hatine komkirin. Ercan Yilmaz derbarê hestiyan de wiha got: “Ev mirov di kîjan serdemê de jiyabin jî, em dizanin ku bi awayekî xwezayî nemirine. Em bawer dikin ku mirineke nexwezayî heye û ev yek bi lêkolîna ATK’ê wê derkeve holê. Em dixwazin heke ev bûyer 100 sal berê jî qewimîbe, rastiya wê derkeve holê. Heke ev hestî girêdayî kuştinên faîlên wan nehatine dîtin ên salên 1990’î bin, bi rêya DNA’yê dikare ji bo rûbirûbûna bi rabirdûyê re derfeteke girîng çêbibe.”
Ercan Yilmaz destnîşan kir ku li gorî daneyên wan li erdnîgariya Kurdistanê herî kêm 303 gorên komî hene ku hêj nehatine vekirin û bang li welatiyan kir ku heke derbarê van bûyeran de agahiyên wan hebin, serî li saziya wan bidin.
Ercan Yilmaz li ser dema derketina encamên ATK’ê jî axivî û anî ziman ku sala borî li Licê encamên hestiyên 3 kesan di nav 3 mehan de derketibûn û got ku ew hêvî dikin ev lêkolîn jî zêde dirêj nekêşe.

