Li Tirkiyeyê ji bo fêmkirina krîzên siyasî û rewşa rastîn a lêgerînên çareseriyê bi tena serê xwe têrê nake ku mirov li lêvebûnên li Meclîsê tên kirin yan jî li gotinên di civînên dîplomatîk de tên kirin, binêre. Yek ji nîşaneya herî şênber a vê pêvajoyê, di sepanên li ser girtiyên siyasî de xwe nîşan dide.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku di 22’yê Cotmeha 2024’an de li gel banga Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî dest pê kir li gel banga Rêber Apo ya 27’ê Sibata 2025’an derbasî qonaxeke din bû; li gel xwefesixkirina PKK’ê, pêngavên çekberdanê û weşandina qanûna çarçoveyê derbasî qonaxeke nû bû. Lê belê tevî pêngavên ku di pêvajoyê de hatine avêtin jî di mijara sererastkirinên şênber de xwesistkirina dewleta Tirk, bi xwe re nakokiyên girîng tîne. Yek ji qada ku ev nakokî xwe bi awayê herî eşkere tê dîtin jî rewşa girtiyên siyasî ye. Sepanên înfazê yên li ser girtiyan, cezayên tecrîd û dîsîplînê di asteke mezin de berdewam dikin; li hin qadan jî zext zêdetir giran dibin.
Eşkerekirina vê tabloyê ya li ser ‘’berxwedana burokratîk’’ yan jî ‘’refleksên dewletê’’ tê wateya fêmnekirina cewhera meseleyê. Ji ber ku li Tirkiyeyê polîtîkayên girtîgehê, ti caran nebû qadeke teknîkî ya bes ji aliyê saziyên daraz û înfazê ve tê birêvebirin. Berovajî van polîtîkayan, têkiliya hêzê ya dewletê li gel Tevgera Kurd ava kiriye, bû yek ji qada sepandina bi awayekî rasterast a kapasîteya bazirganiyê û stratejiya dîsîplînekirina muxalefeta civakî.
Li gel dewamkirina pêvajoyê neguherîna şert û mercên girtîgehê û berdewamkirina sepanên li ser girtiyên siyasî ne xemsarî yan jî derengmayînek in. Tam jî awayê parastina asîmetriya siyaseta li qadê ye.
ÎNFAZA WESAYETA ÎDARÎ
Ji destpêka pêvajoyê ve ye yek ji daxwazên sereke ya Tevgera Kurd û raya giştî ya demokratîk, dabînkirina temînatên hiqûqî û jiholêrakirina newekheviyan di hiqûqa înfazê de ne. Lê belê rastiya li qadê, li gel bendewariya reforma qanûnî di sepandina qanûnên heyî de jî rejîmeke kêfî ya îdarî ya hatiye rawestandin xwe nîşan dide.
Roja îroyîn li girtîgehan tehliyeya bi sedan girtiyên siyasî yên pêvajoya înfaza qanûnî temam kirine, li şûna biryarên dadgehan li gel nirxandinên Desteyên Rêveberî û Çavdêriyê (ÎGK) ya ji midûrên girtîgehan, dozger, derûnnas û personelên rêveberiyê pêk tê, tê taloqkirin.
Li vir xala ku em bala xwe bidinê, kiryara van desteyan e. Deste, bêyî ku berpirsiyariyên xwe yên siyasî bistînin weke hêmanên afirandina encama siyasî dixebitin. Desthilatdariya siyasî û saziyên dewletê li derve zimanê sist û tevgir ê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hewce dike bi kar tînin, li girtîgehan tehliye bi hincetên xuman ên weke ‘’nebûna rewşa baş’’, ‘’nenîşandana poşmaniyê’’ û ‘’ewlehiya saziyê’’ sê mehan yan jî şeş mehan tên taloqkirin. Ev sepan, dibin sedem ku zexta derûnî ya li ser girtiyan dewam bike û li derve jî qada tevgerînê ya tevgera siyasî teng dike.
Bi vî awayî tê xwestin ku rejîma înfazê, ji prensîba pêşbînbar a hiqûqê bê dûrxistin û veguhere ‘’mekanîzmayeke bazirganî û terbiyeyê’’ ya li gorî konjonktura siyasî vedibe û tê girtin. Desthilatdarî dibêje ku ‘’Em pêvajoyê bi rê ve dibin, tehliye daxwaza daraz û desteyan e’’ berpirsiyariyê diavêje ser milên burokrasiyê û ev yek jî nîşaneyên parvekirina karî ya bi zanebûnî ye.
PERÇEKIRINA BÎRA KOLEKTÎF A BI RÊYA GIRTÎGEHÊN TÎPÊN S Û Y
Girtîgeh di dîroka siyasî ya Tevgera Azadiya Kurd de ti caran bes nebûne mekanên ku werin girtin. Ji 12’ê Îlonê heya salên 1990’î, ji grevên birçîbûnê heya tekstên parastinê bûn qadên berxwedanê yên hişmendiya kolektîf, bîra kolektîf û cihê lê kirarbûna polîtîk. Divê modela girtîgehên girtî yên ewlehiya bilind ên S û Y yên ku dewletê di salên dawîn de bi lez zêde kirine jî li hemberî vê bîra dîrokî weke bersiveke mekanî were dîtin.
Ev modela girtîgehên nû yên ji hucreyên yekkesî yan jî çend kesan pêk tê, heya qadên hewadarkirinê jî bi têlên direhî asîman hatiye sînordarkirin, derfetên qada hevpar û têkiliya civakî gelekî ji holê hatine rakirin, bes têkiliya girtiyan a li gel derve qut nake di heman demê de xwediyê avaniyeke wisa ye ku armanc dike ji hevrêyên wan û ji îradeya wan a kolektîf dûr bixe. Di serdemeke ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tê nîqaşkirin de nevekişîna van modelên girtîgehan û berovajî wê li gel sewqkirinên nû berfirehtirkirina wan nakokiyeke balkêş radixe ber çavan. Dema ku li derve qala avakirina pêvajoyê tê kirin, li hundir mafê jiyana kolektîf ê herî sereke yê girtiyan weke gefeke ewlehiyê tê dîtin.
Ne tesaduf e ku nebûna têkiliya mutleq a li Îmraliyê bi salan e li ser Rêber Apo hatiye sîstematîkkirin û sepanên tecrîdê bi awayên cuda li hemû girtîgehan veguheriye pratîkeke rêveberiyê. Astengiyên kêfî yên ji weşanên bi Kurdî re, nameyên ku weke ‘’bi fikare’’ tên dîtin û yên tên îmhakirin yan jî bi mehan tên sekinandin, mafên hevdîtin û telefonê yên li gel cezayên dîsîplînê tên qutkirin, parçeyên stratejiyeke îzolasyonê ne ku armanc dikin têkiliya girtiyan a li gel veguherîna civakî ya li derve qut bikin.
GIRTIYÊN GELEKÎ NEXWEŞ Û LAWAZKIRINA BIYOLOJÎK
Yek ji qada ku encamên herî giran ên neguherîna polîtîkayên li girtîgehan tê dîtin jî bêguman rewşa nexweşên gelekî nexweş in. Di gel ku desthilatdarî, pêvajoya li derve li ser ‘’salname, komîsyon, qonax û sererastkirinên qanûnî’’ dinirxîne lê belê dem ji bo girtiyên ku bi nexweşiyên weke penceşêrê, kêmbûna dil û nefesê û felcê re rû bi rû ne yan jî nikarin bi tena serê xwe jiyana bidomînin vediguhere meseleyeke jiyanî.
Raporên ku ji nirxandinên tibî yên Saziya Tiba Edlî (ATK) wêdetir bi refleksên ewlehiyê teşe digirin û redkirina daxwazên taloqkirina înfazê yên bi hinceta ‘’ji aliyê ewlehiya civakê ve bi talûke ne’’ li vir nîşan dide ku ne hiqûq, îradeyeke cezakirinê ya demdirêj heye. Ragirtina însanekî li ser cihan a di hucreyeke yekkesî de yan jî dayîna biryara tehliyekirinê ya çend rojan beriya mirinê, birînên mezin li ser wijdana civakê vedikin.
15 GIRTIYAN JIYANA XWE JI DEST DAN, 458 TEHLIYE HATIN TALOQKIRIN
Li gorî daneyên rêxistinên mafên mirovan, komeleyên hiqûqî û saziyên xizmên girtiyan (ÎHD, OHD, TUHAD-FED), piştî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibata 2025’an, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, taloqkirina tehliyekirinê û rojevên têkildarî mirinan her ku diçe zêde dibin.
Mehmet Saît Yildirim: Mehmet Saît Yildirim ê tevî ku pêvajoya înfaza xwe ya bê navber a 30 salan temam kiriye jî nayê tehliyekirin, nexweşiyên wî yên weke dil, hîpertansiyon û KOAH’ê hene. ÎGK’ê di destpêkê de tehliyeya Mehmet Saît Yildirim cara duyemîn di 25’ê Mijdara 2025’an de û piştre jî bi hinceta ‘’îhtimala têkilîavakirina li gel rêxistinê’’ cara sêyemîn taloq kir. Îtiraza Mehmet Saît Yildirim di 3’yê Îlona 2026’an de ji aliyê Dadgeriya Înfazê ve hate redkirin û dema taloqkirina tehliyekirinê gihîşt 21 mehan.
Mehmet Edîp Taşar: Mehmet Edîp Taşar ê 70 salî û gelekî nexweş bû, tevî ku rewşa wî ya tenduristiyê gelekî xirab bû û heya 40 kîloyan daketibû jî li girtîgehê hatibû rehîngirtin. Mehmet Edîp Taşar ê ku beriya wê serlêdanên tehliyebûnê kiribûn û hatibûn redkirin, di 24’ê Adara 2026’an de jiyana xwe ji dest da. ATK’ê beriya niha derbarê Mehmet Edîp Taşar de rapora ku ‘’dikare li girtîgehê bimîne’’ dabû.
Abdullah Tirpan: Înfaza Abdullah Tirpan a girtiyê nexweş û yê 31 salan, di 27’ê Tîrmeha 2026’an de dema ku ji tehliyeya wî re 14 roj mabûn ji bo salekê hatibû taloqkirin. Abdullah Tirpan ê 73 salî ku ji ber kangrena zêde lingê wî yê çepê hate birîn û di venêrîna awarte de hatibû entûbekirin, di 26’ê Cotmeha 2026’an de jiyana xwe ji dest dabû.
Li gorî raporên OHD, ÎHD û Baroya Amedê yên têkildarî serdemên 2025-2026’an, ji destpêka pêvajoyê heya Mijdara 2026’an li girtîgehan 15 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Di heman serdemê de bi merîfeta Desteyên Rêveberî û Çavdêriyê mafên berdana bi şert û tehliyekirinê yên 458 girtiyan hatin taloqkirin. Tehliyeya herî kêm 116 ji van girtiyan, di 10 mehên destpêkê yên sala 2026’an de hate taloqkirin.
QONAXA BAWERIYÊ, REWABÛNA SIYASÎ Û ŞIKESTIN
Bandora vê hişkbûna li pişt dîwarên girtîgehê ya li ser pêvajoyê, ji meseleya hesasiyeta mirovî derbas kiriye û vediguhere faktoreke avanî ya bi awayekî rasterast hevsengiyên siyasî û berdewamiya pêvajoyê diyar dike. Bîra dîrokî ya tecrûbeya 2009-2015’an li dû xwe hiştiye hê jî nû ye. Ji aliyê Tevgera Kurd ve çareseriya mayînde girêdayî avêtina pêngavan a bi beramberî û li ser bingeha temînatên hiqûqî ye. Di qonaxeke ku aliyê Kurdan biryarên dîrokî distînin û têkildarî çekdanîn û xurtkirina zemîna siyaseta demokratîk îradeyê nîşan dide de, nekirina sererastkirina şert û mercên li girtîgehan, kêmasiya pêngavên bawerdêr zêdetir diyar dike.
Azadiya girtiyên siyasî, zemîna rewabûna siyaseta demokratîk pêk tîne. Li girtîgehan rehîngirtina bi salan a siyasetmedar, serokên şaredariyan, rojnamevan û kadroyên têkoşîna azadiyê, li pêşiya qonaxên avakirinê yên pêvajoya li derve tê birêvebirin asteng e. Gelo dewlet, li gel girtina deriyên girtîgehan armanc dike ku siyaseta derve hem ji aliyê hestî ve hem jî ji aliyê rêxistinî ve tim ji rojeva ‘’bendewariya tehliyekirinê’’ û ‘’parastina mafî’’ re mehkûm bike û bi vî awayî enerjiya siyasetê ya damezrîner û veguherîner bi dawî bike?
Girtîgeh, di nava civaka Kurd de temsîla bîreke zindî ya tê li ber deriyê hemû malbatan dike. Baweriya însanên derve ya ji pêvajoyê re, bi awayekî rasterast li gel sererastkirina rewşa xizmên wan ên li girtîgehan tên rehîngirtin tê pîvandin. Di nava atmosfereke ku şewitandina înfazan, sirgûn û sepanên tecrîdê dewam dikin de civakîbûna gotina aştiyê zehmet dibe.

