Ji gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ezîme Zagros bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê axivî.
Ezîme Zagros diyar kir ku tundiya li jinan, di hemû dem û welatan de weke yek ji binpêkirinên herî giran ên mafên mirovan e û got, “Ev tundî tenê ne êrîşeke fizîkî, di heman demê de bi şêweyên psîkolojîk, aborî, zayendî û sîstematîk jî xwe nîşan dide.”
Gazî Ezîme Zagros anî ziman ku 25’ê Mijdarê dîrokeke bi têkoşîn û berxwedanê dagirtiye û wiha domand, “Her jineke li hember desthilatdariyê serî hildide, dibe armanc. Mafên jinan mafên bingehîn ên jiyanê ne û divê nebin mijara nîqaşan. Rawestandina tundiyê ne tenê ji bo jinan, ji bo avakirina civakeke azad û mirovî şertekî sereke ye.”
Ezîme Zagros destnîşan kir ku dema dengê jinan bilind dibe, di rastiyê de dengê wekhevî, edalet û daxwazên herî rewa yên civakê bilind dibe û wiha axivî, “Pîvanên azadiya her civakê, asta azadiya jinên wê civakê ne. Heta jin azad nebin, civak jî azad nabe. Lewma dengê jinê, dengê herî rast û bilind ê daxwazên civakê ye.”
Ezîme Zagros di dirêjahiya axaftinê got ku jin bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” û bi rêxistinbûneke xurtir li qadan in û ev xisûs anî ziman, “Ji bo rawestandina tundiyê, bidestxistina wekheviyê û parastina destketiyan, têkoşîna jinan mezintir dibe. Rêbertiya me dibêje ‘Jina azad civaka azad e’. Li ser esasê ku heta jin azad nebe wê civak azad nebe, pîvanên azadiyê li ser bingeha xeta azadiyê jinê daniye holê. Îdeolojiya azadiya jinê ya ku Rêbertiya me afirandiye, li tevahî dinyayê bûye xeta azadiyê ya jin îlhamê jê digirin.”
Ezîme Zagros axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Em ê têkoşîna xwe ya jinê ya hevpar û rêxistinbûyî bilind bikin. Tenê ne 25’ê Mijdarê hewce ye em her rojê bikin roja têkoşîn û serketina jinan. Divê jin li hember tundî û her cure neheqiyan yekîtiya xwe xurt bikin. Em ê teqez sedsala 21’ê bikin sedsala jinan.”

