Rêxistina Mafên Mirovan a Hanayê bi raporekê ragihand ku keça nûciwan a 15 salî Zehra Cedîdî ya ji bajarokê Miyandiwab a ser bi parêzgeha Urmiyê, ji aliyê destgirtiyê xwe yê bi navê Elî Esxer Feyaziyan ê 21 salî ve ku tenê nîşan kiribûn, bi kêrê hate qetilkirin.
Hate destnîşankirin ku Zehra Cedîdî di temenekî biçûk de hatiye dayîn û xwestiye dawî li wê têkiliyê bîne, lê ji ber biryara hevberdanê hatiye qetilkirin. Piştre kujer bi çekê dawî li jiyana xwe aniye.
Di heman raporê de qetilkirina Zehra Cedîdî wek mînakeke sosret a tundiya li dijî keçên temen biçûk hate pênasekirin û qala pêwîstiya rûbirûbûna zewaca di temenê biçûk de û mîsogerkirina mafê jinê hate kirin.
Rêxistinê da zanîn ku mirina kujer divê li pêşiya lêkolîna li ser rewşa Zehra Cedîdî, şert û mercên derdora vê sûcê û îhtîmala pêşîgirtina li wê, nebe asteng.

