Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê ku Komeleya Rojnamevanên Dîcle û Firatê, DÎSK Basin-Îş û Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê jî di nav de cih digirin bi armanca ku balê bikşînin ser dorpêçkirina rojanamevantiyê, astengkirina nûçeyan û êrîşên li ser azadiya çapemeniyê wê di mitîngê de korteja çapemeniyê çêbikin.
Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê ji bo xwedîlêderketina nûçe û azadiya çapemeniyê bang li hemû rojnamevan û kedkarên çapemeniyê kirin ku beşdarî meşê bibin.
Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku di 29’ê Mijdarê saet 12.00’an de li Rawestgeha Başak Marmarayê li korteja çapemeniyê kom bibin.

