Servîsa Îstîxbarata Leşkerî ya Ukraynayê (HUR) îdîa kir ku piştgiriya leşkerî ya ku Koreya Bakur dide Rusyayê bi rengekî demkî hatiye rawestandin. Rêveberiya Pyongyangê 2 sal in ji bo êrişên Rusyayê yên li ser Ukraynayê leşker, çek û cebilxaneyê dide, diyar kir ku ev biryar ji aliyê Kim Yong-un bi xwe ve hate dayin. Li gorî îdîayan, Moskowê di berdêla vê piştgiriyê de alîkariya madeya xav, teknolojî û malî dida Spyongyangê.
Li gorî HUR’ê, hevkariya leşkerî ya navbera Rus û Koreya Bakur li qadê bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû dimînin. Cudahiya avaniya fermandariyê ya herdu artêşan, cebilxane û taktîkên leşkerî yên li hev nayên, astengiya ziman û kêmaniya wergerê bandora operasyonên hevpar kêm dike. Hate îdîakirin ku piştgiriya lojîstîkî ya Pyongyangê kêm maye û yekîneyên Koreya Bakur windahiyên giran dane.
Îstîxbarata Ukraynayê diyar kir ku nêzîkatiyên fermandariya leşkerî ya Rus a biçûkdîtina leşkerên Koreya Bakur rageşî zêdetir kiriye.
Li gorî îdîayan, Pyongyangê piştî rawestandina piştgiriya leşkerî nehiştiye ku balafirên veguhestina leşkerî yên Rus qada hewayî ya Koreya Bakur bi kar bînin. Her wiha radestkirina cebilxaneyên nû yên topan û fuzeyên balîstîk ên KN-23 jî hatiye rawestandin. Her wiha hate îdîakirin ku Koreya Bakur daxwaza Moskowayê ya ku dixwest hejmara leşkerên xwe yên li welêt ji 8 hezar û 500 bigihîne 50 hezarî red kiriye.
Rêveberiyên Rusya û Koreya Bakur hîn bersiv nedane îdîayên navborî.

