Şêniyên Kefercenê yê navçeya Şera ya Efrînê, ragihandin ku baregeha leşkerî ya Tirkyiyê dest bi vekişandina topên giran ber bi deriyên sînor û ji wir ber bi Tirkiyê ve kiriye.
Şêniyan diyar kirin ku hêzên piyade, tank û wesayîtên zirxî yên Tirkiyê li baregehê mane û hebûna leşkerî ya Tirkiyê li çend gundên Efrîn berdewam dike
Baregeha Kefr Ceneyê û Mêremînê yên navçeya Şeran û barega Kîmarê li navçeya Şêrawa, di nav baregehên leşkerî yên çalak ên Tirkiyê de ne li gundewarê Efrînê.
ANHA’yê dîmenên ku vê dawiyê hatine kişandin bi dest xistine ku nîşand didin hêzên Tirkiyê li baregeha leşkerî ya Kîmarê, ku li nêzîkî Çiyayê Lîlonê li bajarê Efrîn e, berdewamdike.
Artêşa dagirker a Tirkiyê berdewam rê li ber şêniyên gundên Derwîş li navçeya Raco û Şoxurza Jorîn li navçeya Bilbilê digire ku vegerin malên xwe.

