Yekşem, 20 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Cangorî li Esenyûrtê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja dawî ya hilbijartinên Rûsyayê de Moskow bû hedefa êrişa droneyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrten Karagoz: Girtî dixwazin ku pêşî li pêvajoyê bê vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raziye Ozturk: Karê komîsyonê divê sînoran danîne pêşiya rola Birêz Ocalan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li sê bajaran bang: Girtiyên nexweş serbest berdin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Salvegera damezrandina PYD’ê li Silêmaniyeyê hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûsa Anter li cihê lê hate qetilkirin hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrettîn Demîrtaş: Komîn ruhê jiyana hevpar û azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Apoyî li Merîwanê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervanê armanca mezin: Armanc Xaçek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê cejnên Êzî û Şêşims bi girseyî hatin pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Osmaniyeyê 4 mêr jinekî ducanî qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Jinan a KESK’ê: ‘Pêwîst e jin bibin kirdeyên avaker’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muxafizên Şoreşê yên Îranê jineke Kurd revandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê banga xurtkirina yekîtiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Halîde Turkoglû: Divê gavên şênber bêne avêtin, Birêz Ocalan azad bibe
Kurdistan

Halîde Turkoglû: Divê gavên şênber bêne avêtin, Birêz Ocalan azad bibe

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû anî ziman ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de divê gavên şênber bêne avêtin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bang kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Sibat 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû li avahiya DEM Partiyê ya Amedê têkildarî rojevê civîna çapemeniyê lidar xist. Endam û rêveberên DEM Partiyê tevlî civînê bûn. Halîde Turkoglûyê bûyerên li welat, herêmê û cîhanê nirxand.

Halîde Turkoglû di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser salvegera erdheja 6’ê Sibatê û wiha got: “Di salvegera erdheja 6’ê Sibatê de em her kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Tevî ku sê sal di ser vê karesatê re derbas bûne jî, li herêmên erdhejê pirsgirêkên bingehîn ên mîna av, ceyran û stargehê ji bo jin û zarokan hîn jî berdewam dikin. Sedema veguherîna erdhejê ya ber bi karesatekê ve, polîtîkayên rantxwir ên desthilatê û peydanekirina çareseriya ne. Li dijî vê pergala ku xizanî û neyeksanî kûr kiriye, mezinkirina piştevaniyê wezifeyeke bingehîn e. Polîtîkayên necezakirinê yên di bin siya kuştina 55 hezar mirovan de, wekî şermeke hiqûqî û mirovî li ber çavan e.”

Halîde Turkoglûyê da zanîn ku desthilata ku li ser aqûbeta zarokên windabûyî yên dema erdhejê bêdeng dimîne, bi îdîaya “zarokên winda nînin” nikare xwe ji berpirsiyariyê xelas bike û ev tişt gotin: “Dosyaya Epstein nîşan da ku di nava torên fihûş û bazirganiya mirovan de aktorên navneteweyî çawa cih digirin. Em bi tundî li dijî vê pergala rizîbûyî ya ku zarokan di saziyên dewletê de ber bi fihûşê ve dehf dide, derdikevin.”

Halîde Turkoglûyê anî ziman ku rejîmên li Rojhilata Navîn, bi taybetî rejîma Talîban û Molla, bi polîtîkayên li dijî jinan hewl didin pergala xwe ya şerxwaz biparêzin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Afganistanê, qedexekirina perwerdehiya keçan û qanûnîkirina tundiya li ser jinan, diyardeyên koletiya nûjen in. Lê belê, divê baş bê zanîn ku felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dê li hemberî van rejîmên faşîst bi ser bikeve. Li Îranê, tevî ku zêdetirî 20 hezar kes hatine qetilkirin û bi sedan jin di girtîgehan de bi êşkenceyê re rû bi rû ne jî, îradeya azadiyê nayê şikandin.Tu astengî nikare israra jinan a ji bo aştiyê rawestîne.”

Halîde Turkoglûyê da zanîn ku modela Rêveberiya Xweser ku li dijî tarîtiya DAIŞ’ê pêş ketiye, diparêzin û wiha bi lêv kir: “Hewldanên ji bo tunekirina Şoreşa Jinan a Rojava ku bi êrîşên li ser taxên Kurdan û êşkencekirina cenazeyên jinan hatine meşandin, sûcên şer in. Li Tirkiyeyê, binçavkirina jinên ku van komkujiyan protesto dikin û hevşaredarên me yên ku pankartên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daliqandine, şermeke mezin a darazê ye.”

Halîde Turkoglûyê destnîşan kir ku dorpêça li ser Kobanê, tolhildana têkçûna DAIŞ’ê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê demildest bê vekirin û korîdora alîkariyê ya mirovî dest pê bike. Di heman demê de, ji bo pêşketina aştiyeke birûmet li vê xakê, divê azadiya fizîkî ya birêz Ocalan bê misogerkirin û gavên berbiçav bên avêtin. Zêdebûna kuştina jinan û şerê taybet ji hev qut nîne. Em piştgiriya xwe ya ji bo xebatkarên jin ên Depoya Migrosê ku li dijî kedxwarin û tacîzê li ber xwe didin, radigihînin. Daxwazên wan ên wekî ji sedî 50 zêdekirina mûçeyan û parastina mafên sendîkayî, daxwazên me ne. Her wiha, em daxwaz dikin ku hevalên me yên ji ESPê û SKMê yên bi operasyonên siyasî hatine binçavkirin, derhal bên berdan.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rapor: Li Amedê tundiya li jinê bi giranî di nava malbatê de pêk tê
Nûçeya Pişt re NY’yê ji bo ‘bêçekkirina nukleerî’ bang li DYE û Rûsyayê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dr: Seevan Saeed: PKK’ê rola xwe ya dîrokî bi cih anî

Pisporê Polîtîkayên Rojhilata Navîn Doç. Dr. Seevan Saeed diyar kir ku PKK’ê bi roleke dîrokî…

Ji aliyê Stêrk TV

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84’an de ye

Emîne Şenyaşar di roja 84'an a Nobeta Edaletê ya li ber Wezareta Dadê de bertek…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi girseyî serdana sersaxiya ku ji bo 5 şehîdan li Êlihê hat danîn, kirin

Bi girseyî serdana sersaxiyên ku ji bo 5 gerîlayên HPG’ê yên di dîrokên cuda de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Salvegera damezrandina PYD’ê li Silêmaniyeyê hate pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Mûsa Anter li cihê lê hate qetilkirin hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nûrettîn Demîrtaş: Komîn ruhê jiyana hevpar û azadiyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ciwanên Apoyî li Merîwanê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?