Dayikên Aştiyê piştî hevdîtina Numan Kurtulmuş li ber deriyê Dîkmenê yê Meclisê daxuyanî dan. Parlamenterên DEM Partiyê jî tevlî daxuyaniyê bûn.
Dayika Aştiyê Muzzeyen Butun bi lêv kir ku wan bi partiyên siyasî û Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş re hevdîtin kirine û got :”Me tiştên baş bihîstin. Em ji bo aştiyê hatin. Em ji hemû partiyan re spas dikin. Em pêşketina vê pêvajoyê bi bawerin. Aştî dê were vî welatî. Heta aştî pêk were em ê li her derê dengê aştiyê bilind bikin. Ez bang li dayikên leşker û polîsan dikim bila ew jî dest bide destê me û em bi hev re aştiyê bînin vî welatî.”
Dayika Aştiyê Zeynep Çalihan jî bal kişand ser daxwazên wan û got: “Heta birêz Ocalan azad nebe aştî pêk nayê. Em aştiyê dixwazin. Bila êdî xwîn nerije û aştî pêk were. Divê hemû kes piştgiriya aştiyê bikin. “

